Rojnameger Şêrwan Şêrwanî dê du salên din di girtîgehê de bimîne

Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê bi yekdengî cezaya 2 sal zindanîkirina rojnamevan û çalakvanê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî pesend kir ku roja 16’ê Sibata 2021’ê bi tometa têkdana asayişa niştimanî hatibû girtin.

Dadgeha Temyîzê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi yekdengî cezaya 2 sal zindanîkirina Şêrwan Şêrwanî pesend kir, bi vî awayî ew ê 2 salên din jî di girtîgehê de bimîne.

Rojnamevan û çalakvanê devera Behdînanê Şêrwan Şêrwanî, roja 16’ê Sibata 2021’ê, bi tometa têkdana asayişa niştimanî li gel hejmarek rojnamevan û çalakvanan hatibû girtin û bi şeş sal zîndanîkirinê hatibûn mehkûmkirin.

Bi biryareke Serokatiya Herêma Kurdistanê cezaya wan %50 hate kêmkirin. Di roja bidawîhatina dema wî ya zindanê de, Şêrwan Şêrwanî bi tometa hilgirtina çekên qaçax 2 salên din ceza lê hate birîn.

Hêjayî gotinê ye ku dadgehê di nivîsa xwe de gotiye ku ji hêla qanûnî ve tu binpêkirinek di biryara cezayê ya Şêrwan Şêrwanî de tune ye û dê wek xwe were cîbicîkirin û pêwîstî bi guhertinê nîne.