Hêzên PDK'ê vê carê li navçeya Soranê kesek revand
Hate ragihandin ku hêzên PDK'ê vê carê li navçeya Soranê ya Hewlêrê kesek revandine.
Hate ragihandin ku hêzên PDK'ê vê carê li navçeya Soranê ya Hewlêrê kesek revandine.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, li navçeya Soran a Hewlêrê herdî Ahmed ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate revandin.
Hate ragihandin ku Herdî Ahmed welatparêzekî Kurd e û bavê zarokekî ye.
Nayê zanîn bê Herdî Ahmed çima hatiye binçavkirin û ew birine ku derê.
Hêzên PDK'ê salên dawî zexta li ser muxalîfan zêde kiriye.
Kesên têne revandin an jî girtin, carna bi mehan aqûbeta wan nayê zanîn û agahî ji wan nayê wergirtin.
Li gel nerazîbûnên rêxistinên mafên mirovan jî van kiryarên xwe zêde dike. Hêzên PDK'ê bi kiryarên li dijî mirovahiyê û êşkenceyê timî dikevin rojevê.