Li Tebqayê meş û mîtînga ji Rêber Apo re azadî
Li bajarê Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meş û mîtîng hate lidarxistin.
Li bajarê Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meş û mîtîng hate lidarxistin.
Şaxê kantona Tebqayê ya Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û nîşandina piştevaniya xwe bi banga "Aştî û Civaka Demokratîk" meşek li dar xist. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya jî di nav de gelek şênî tevlî meşê bûn.
Şêniyan ku ji taxa Ewel (Yemen) dest bi meşê kir, pankartên bi nivîsên "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsogeriya aştî û demokasiya gelan e" vekirin û wêneyên Rêber Apo hildan.
Girseya heya çerxerêya taxa El Sanî (Duyem) meşiya bê navber dirûşmên "Ji azadiya Rêber Apo re azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li vir ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre jî endamê Şaxê Kantona Tebqayê ya Însiyatîfa Sûriyeya ya Azadiya Rêber Apo Riyad El Walî axivî. El Walî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan çareserî ji kaosên li Rojhilata Navîn pêşkêş kirine, banga diyalogan dike û tundiyê red dike.
Riyad El Walî bal kişand ser vê yekê ku Rêber Apo tevî mercên giran ên ragirtinê têkoşîna xwe ya ji bo çareserî û aştiyê didomîne û got, êdî nabe pêşniyarên Rêber Apo werin paşguhkirin.
Riyad El Walî di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwazek ji rêzê nin e, lê belê pêwîstiyek ku deriyê siberojê li pêşiya gelên aştîxwaz vedike."
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Ranya Bîtar jî destnîşan kir ku azadiya fîzkî ya Rêber Apo ji bo her veguherînek demokratîk a rastîn li herêmê şert e.
Ranya Bîtar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Rêber Apo û wiha pê de çû "Sekna Rêbertî ne tenê li hemberî tecrîdê ye, lê sekna raman û felsefeya azad e. Ev yek jî îsbat dike ku ramanên azadî ji alavên çewisandinê bihêztir in. Armanca tecîrdê jî jiholê rakirina ramanên wî ye, lê ev armanc jî bi ser neket."
Ranya Bîtar di dawiya axaftina xwe de heya azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo soza domandina têkoşînê da û diyar kir ku azadiya wî azadiya tevahiya gelên azadîxwaz e.
Meş bi dirûşman bi dawî bû.