Ji bo şehîd Tîrêj Roj li Şengalê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo gerîlayê HPG’ê Tîrêj Roj ê di 24’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Şengalê konê sersaxiyê hate vedan.

Merasîma bîranînê ku li ber mala şehîd a li Geliyê Rimê pêk hat de, saziyên Şengalê, nasên malbatê û xelkê herêmê serdana konê bîranînê kirin. Merasîma sersala şehîd, bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdan re û pêxistina çirayê dest pê kir.

Destpêkê li ser navê malbatê dayîka şehîd Tîrêj Dayê Berfê Îlyas axivî û peyama: “Şehîd Tîrêj Roj ne tenê şehîdê me ye, şehîdê hemû civaka me ye, ji ber ew canê xwe ji bo gelê me feda kir. Em bi şahadeta wî serbilind in.”
Li ser navê fermandariya YJŞ’ê û YBŞ’ê Viyan Hebabî piştî dayika şehîd axivî. Hebabî diyar kir di encama fermanê de qehremanên weke şehîd Tîrêj Roj derketine û got: “Heval Tîrêj ji malbateke welatparêz tê. Malbata wî di dema fermanê de bihêz û îradeyeke mezin têkoşiya. Şehîd Tîrêj vê cesaretê ji malbatê girt, ji bo tola fermanê rake berê xwe da çiya. Ji bo em çand û zimanê xwe biparêzin, dijminê me li ku derê be em ê li wir li hemberî wan şer bikin. Di dema şerê li himberî DAÎŞ’ê de ciwanên em berê xwe dan Reqa û ji bo tolhildana fermanê heya dawî şerkirin. Ji bo ku em tola xwe ji dijminê xwe hilînin emê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Endama Koordînasyona TAJÊ dayê Şemê Remo jî li ser navê TAJÊ axivî û hevxemiya xwe bi malbata şehîd re parve kir. Dayê Şemê got: “Xeta tolhildanê li ku derê be, dê ciwanên me jî berê xwe bidin wir û şer bikin. Ji bo doza gel têkoşîn sînoran nasnake. Ferqa ti zarokek me nîne, di encamê de ji bo parastina gel şerkirine û şehîd bûne. Pêwîste gelê me bi vê şahadetê serbilind be.”
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas jî diyar kir ku piştî gerîla di dema fermanê de derbasê Şengalê bûn, û wiha axivî: “Şehîd Tîrêj jî yek ji wan kesabû ku di dema fermanê de çek rakir û li hember çeteyan şer kir. Niha jî dewleta Tirk a dagîrker li hemberî gerîla şer dike, lewma ji ciwanên me tê xwestin ku destek bidin gerîla û bi têkoşîna xwe li keda ku gerîla li ber me de daye xwedî derbikevin.”

Piştî axaftinan li ser jiyan û têkoşîna şehîd Tîrêj Roj sinevizyonek hate pêşandan û bi belavkirine xêrê merasîm bi dawî bû.