BI DÎMEN

Avesta: Komplo negihişt armanca xwe, lê dest ji komployê jî bernedane

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, "Ev 25 sal in tiştekî ku hêzên komploger nekirine nemaye, lê encama ku dixwazin bi dest nexistine. Komplo negihişt armanca xwe. Lê dest ji komployê jî bernedane.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, bi wesîleya salvegera 25'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Avesta, hêzên ku di 15'ê Sibata 1999'an de tevlî komployê bûne bi tundî şermezar kir û diyar kir ku di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hevrê Şaristan, Binevş, Felat, Rojbîn û Berwaran de ew tevahiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tîne.

Avesta, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal e li Îmraliyê berxwedanek bêhempa raber dike û wiha got, “Bi vê wesîleyê ez berxwedana bê hempa ya Rêber Apo silav dikim. Ez hemû kesên ku ji bo şermezarkirina vê komployê bi rojane di çalakiyan de ne, hem li Bakurê Kurdistanê û derveyî welêt dest bi meşên dirêj kirine, silav dikim. Her wiha ez berxwedana gerîlayên azadiyê ku 25 sal in bê navber bi Rêber Apo re hevaltiya bi wate dimeşînin, silav û pîroz dikim. 

Rêber Apo bi hemû aliyan ve komploya navneteweyî şîrove kiriye. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi komploya li dijî Rêber Apo destpê kir. Eger Rêber Apo komploya navneteweyî şîrove nekirba, yanî bi berpirsyariyeke wiha nêz nebiba, wê di sala 1999’an de li Rojhilata Navîn di navbera gelê Kurd û Tirk de Şerê Cîhanê yê sêyemîn destpê kiriba, dibe heta 100 salan jî berdewam kiriba. Hêzên navneteweyî ji bo ku herêmê di nava xwe de dabeş bikin, ev komplo pêk anîn. Ji ber ku Rêber Apo û tevgera azadiyê ji xwe re weke astengiyeke mezin didîtin û her wiha ji ber ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn bûbû aktorekî girîng. Di aliyê têkoşîna tevgera azadiyê û têkoşîna jinê de pêşketinên pir girîng çêdibûn. Di şexsê Rêber Apo û tevgera azadiyê de, gelên Rojhilata Navîn êdî bûn xwedî pêşeng û rêya têkoşînê ji xwe re hilbijartibûn. Lewma hêzên komploger bûn yek û xwestin vê astengiyê ji holê rakin. 

Van hêzên komploger baş dizanîn ku ger Rêber Apo beralî nekin, wê nekaribin li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe bi dest bixin. Bi taybetî jî hêzên weke Emerîka, Îsraîl, Îngilistan li herêmê siyaseteke qirkirinê dan meşandin. Di esasê xwe de van hêzan komplo pêş xistin. Hêzên din ên weke Yewnanistan, Rûsya û lingên wan ên li herêmê, bi taybetî hevkarê wan PDK jî rol lîstin. Evane jî ji bo berjewendiyên xwe, ji bo li ser Kurdistanê bibin desthilatedar di vê komployê de cih girtin. Bi vê komployê re xwestin di navbera gelê Kurd û Tirk de şer derxînin. Rêber Apo dema ku wê pêvajoyê şîrove dike, tiştek wisa dibêje. Dibêje, Tirkiye weke daristanekê û me jî weke topeke ji agir berdin nav Tirkiyeyê, yanî bi vî rengî her du alî bişewitin. Rêber Apo ev lîstokên wan dît. Rêber Apo bi feraseta jiyan kirin û dayîna jiyankirin, nêzî vê yekê bû. Ev 25 sal in Rêber Apo li girava Îmraliyê dîl hatiye girtin. Li vir rola dewleta Tirk tenê nobet girtin e. 

Di destpêkê de rolê dewleta Tirk di komployê de zêde diyarker nebû. Serokwezîrê wê demê yê dewleta Tirk Bulent Ecewit li xwe mikur hat, got em hîna jî nizanin ku çima Apo radestî me kirin. Ew bi xwe jî ne li benda tiştek wisa bûn. Van hêzan di berdêla tasfiyekirina gelê Kurd de û ji bo herêmê li gorî xwe bi dest bixin, ev komplo pêk anîn. Yanî dema Rêber Apo radestkirin, xwestin bi vî rengî gelê Kurd, tevgera azadiyê, yekbûna gelan û şoreşa jinê tasfiye bikin. Ji bo nûbûnên bi fikrê Rêber Apo re derketî tasfiye bikin, ev komplo pêk anîn. Heta roja îro jî ev komplo bi rengên curbecur dewam dike. Eger heta niha komplo negihiştibe armanca xwe, ev yek bi saya sekna Rêber Apo ye. Bi saya paradîgma konfederalîzma demokratîk e. Rêber Apo bi pêşxistina xeta azadiya jinê nûbûnek ava kir û girava Îmraliyê veguherand cihê çareseriya pirsgirêkên hemû mirovahiyê. Rêber Apo li Îmraliyê li dijî hêzên hegemonîk ji hemû mirovahiyê re paradîgmayeke nû afirand. Rêber Apo bi netewa demokratîk bersiv da hemû hêzên hegemon, kûreyî û kapîtalîst. Rêber Apo li dijî komployê, paradîgmayeke nû ya konfederalîzma demokratîk, netewa demokratîk, modernîteya demokratîk a li ser esasê xeta azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk pêş xist. Rêber Apo bi vî rengî bi berxwedaneke bê hempa ji pêvajoyê re bû bersiv.”

RÊBER APO BI PARADÎGMAYA KU PÊŞ XIST RE KOMPLO VALA DERXIST

Endama Konseya Seroktiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, bi bîr xist ku di 25 salên ku di ser Komploya Navneteweyî re derbas bûye gelê Kurd û dostên wan bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedaneke mezin nîşan dane û wiha domand: “Di van 25 salan de gelê Kurd û tevahî dostên Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan de li dijî komployê di nav berxwedaneke bêhempa de cih girtin. Dema komplo pêk hat li seranserê cîhanê çalakiyên protestoyî yên girseyî pêş ketin. Di van protestoyan de şehîd hatin dayîn. Di serî de li zindanan, li tevahî Kurdistanê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê keça bi navê Zîn a 12 salî jî di nav de, yanî bi tevlîbûna kesên ji 12 salî heta 70 saliyan çalakî hatin kirin. Jin, mêr û ciwanan bedenên xwe kirin meşaleyên ji agir. Di çalakiyên li Berlînê ya li ber balyozxaneya Îsraîl de, şehadetê çêbûn. Bi hezaran kes hatin girtin. Bi hefteyan jiyan sekinî. Li Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelê me bi girseyî ket nava berxwedaneke mezin. Rêber Apo wê pêvajoyê ji bo ku ev yek negihije radeyekî xetertir, bang li gel kir. Yanî ji bo ev rewş ber bi hêleke din ve neçe, Rêber Apo mudaxeleyî vê pêvajoyê kir. Gelê me û dostên gelê me di 25 salan li qadan têkoşîna xwe domandin. Ji sala 2007’an û vir ve bi dirûşmeyên ‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye’, ‘Azadiya jinê azadiya civakê ye’ gelek pêngav hatin pêşxistin.

Ji xwe bi paradîgmaya Rêber Apo ev komplo vale hat derxistin. Ji xwe di 25 salan de bi dehan car ev komplo hatiye pûçkirin. Lê hem hêzên komploger û hem jî hêzên ku berjewendiyên xwe di şerê li Rojhilata Navîn de dibînin, nahêlin ku çareserî pêş bikeve. NATO vê pêvajoyê dide meşandin. Gladiyoyê di nava NATO’yê de vê yekê dide meşandin. Van hêzan çawa ku nehiştin di wê pêvajoyê de Rêber Apo li dervey welêt, li Ewropayê bi cih bibe, niha şerekî dijwar li dijî tevgera azadiyê didin meşandin. Bi vê dîlgirtina Rêber Apo, dixwazin tevgera azadiyê teslîm bigirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê dixwaze komployê nûjen bike. Di sala 2009’an de Rêber Apo got, em mizgîniyê didin gelê xwe, me komplo bi bin xist. Ev heqîqetek bû. Komplo negihişt armanca xwe. Lê dest ji komployê jî bernedane. Bi tecrîda girankirî ya ku ev 3 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, hewl didin komployê bidomînin. Di pêvajoya 25 salan de gelê me bi hezaran şehîd û birîndar dan. Hem li Kurdistanê û hem jî li hemû parzemînan berxwedaneke bêhempa pêş xistin. 

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her demê pêngavên azadiyê pêş xistin. Ev 12 sal in li Strasboûrgê ji bo Rêber Apo nobeta azadiyê tê girtin. Ji sala 2020’an ve jî bi dirûşmeyên ‘Dem dema azadiyê ye’, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ pêngav tên pêşxistin. Divê bi van pêngavan fikir û felsefeya Rêber Apo bê gihandina hemû, rewşenbîr û gelan ku bikaribin xwe bi vê felsefeyê ji nû ve ava bikin. Me dît kampanyaya ‘Roja Xwendina Pirtûkên Rêber Apo’ bandoreke çawa kir. Li hemû qadan gelê me û dostên me hatin ba hev û ev pêvajo dan meşandin. Ev gelekî girîng bû. Niha jî bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê û enternasyonal, li Ewropayê meşa dirêj heye. Niha jî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, ji Serhedê ji du aliyan ve meş dane destpêkirin. Ev pêngavekî gelekî pîroz û binirx e. Ji 27’ê Mijdarê û vir ve li zindanan girtiyên azadiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Li derve jî Dayikên Aştiyê û gelê me piştgiriyê didin çalakiya li zindanan. 

Di sala 25’an de têkoşîn gihiştiye astekî wisa ku êdî ji mîsogerkirina azadiyê wêdetir tiştekî nas nake. Tehemula gelê Kurd, dostên Kurd û kesên enternasyonal, kesên ku azadiya xwe di fikir û ramanên Rêber Apo de dibînin, êdî ji dîlgirtina Rêber Apo re nemaye. Lewma têkoşîna xwe gihandine lûtkeya herî jor. Ev bi rastî jî pîroz e û cihê silavkirinê ye. Ji ber ku gelê me û tevahî dostên gelê me dîtin ku êdî dikarin teqez azadiyê bi dest bixin. Ji ber ku encamên wê di pratîkê de jî derketiye. 

Hêzên komploger di 25 salan de tiştek nema ku nekirin, lê tevî vê yekê jî negihiştin armanca xwe. Sedemê wê çi bû? Ji ber ku her kesê hîn zêdetir Rêber Apo nas kir. Rêber Apo ne şexsek e, Rêber Apo nûneriya tevahî netewan dike. Rêber Apo mîmarê xeta azadiya jinê ye. Lewma li wir girtina Rêber Apo, êdî xeteriyeke li ser tevahî mirovahiyê ye. Rêber Apo bi navê tevahî mirovahiyê li ber xwe dide. Di encama 25 salan de em dibînin ku em gelekî nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bûne. Divê di sala 26’an de em têkoşînekî hîn xurttir pêş bixin.”