Meşvanên Azadiyê Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anîn

Meşvanên Azadiyê li Dersimê serdana gorên Sakîne Cansiz û Aysel Dogan kirin.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 8’an de li Dêrsimê didome. Meşvan çûn serdana gora siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz ku li Parîsê hatibû qetilkirin û Aysel Dogan a par jiyana xwe ji dest da û bi bîr anîn. Di bîranînê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu axivî û wiha got: “Rêhevala me Sakîne li naverasta Parîsê tevî du hevalên me hate qetilkirin. Her sê hevalên me yên jin ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bûbûn ronahî û rêber. Hêj jî kesên komkujî pêk anîn nehatine darizandin. Weke jin em xwedî li mîrasa wan derdikevin û li ser şopa wan in. Sakîne Cansiz digot; ‘Jiyana min her tim şer bû.’ Belê, jiyana wê her tim şer bû. Li Girtîgeha Amedê tifî rûyê Esat Oktay kir. Em baş dizanin ku dê têkoşîna me ya azadiyê bi ser keve. Di roja 8’emîn a meşê de em careke din dibêjin ku divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe û statûya gelê kurd bê qebûlkirin. Ji bo vê divê gav bên avêtin. Têkoşîna hevalên me yên hêja, têkoşîna me ye.”

Piştî axaftina Oduncu, nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî Komkujiya Parîsê hate xwendin. Di bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn ser gora Cansiz. Piştre jî çûn serdana Aysel Dogan û rêz hate girtin.