BI DÎMEN

Meşvanên Azadiyê: Çareserî bi vekirina deriyê Îmraliyê dibe

Meşvanên Azadiyê li Hezexê bi coş hatin pêşwazîkirin. Meşvanan gotin, "Çareserî bi vekirina deriyê Îmraliyê dibe. Heta ku Rêberê me azad bibe em ê nesekinin."

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji du baskan ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di roja 8'an de ye. Baskê Wanê yê meşê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med Emîne Kaya, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di nav de ne, ji Rêxistina navçeya Cizîrê ya DEM Partiyê bi çepikan hatin birêkirin.

'EM DENGÊ XWE BIGIHÎNIN ÎMRALIYÊ'

Meşvan yek bi yek xatir ji girseya gel a li qadê xwestin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin birêkirin.

Meşvanên Azadiyê li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî silav dan Meşvanên Azadiyê. Meşvanên Azadiyê tevî gel serdana dikandaran kirin. Bi dehan kes li gel meşvanan heta ber Rêxistina Hezexê ya DEM Partiyê meşiyan.

Piştî serdana dikandaran, ji Meşvanên Azadiyê Cemîl Taşkesen li ber avahiya partiyê axivî û got, "Em naxwazin ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan veguhere rojiya mirinê. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne li gorî mirovan e, ne li gorî dewletê ye, ne jî li gorî Îslamê ye. Tecrîd exlaqî nîne. Ne leşker, ne polîs, ne girtiyên li girtîgehan ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Werin em bi hev re bikevin binê vî barî û hildin."

Taşkesen got, "Çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye."

Namzeta Hevşaredariya Hezexê ya DEM Partiyê Turkan Kayir bi zimanê Suryanî silav da Meşvanên Azadiyê. Namzetê Hevşaredariya Hezexê Dogan Adibellî yê ji DEM Partiyê jî got, "Heta ku rêberê gelê Kurd azad nebe û deriyên Îmraliyê neyên vekirin Meşa Azadiyê wê nesekine. Rêbertî mîna Nelson Mandela ji bo vê têkoşînê berdêlên mezin dide. Divê em jî xwedî li Rêberê xwe derkevin û bi coş û ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê."

Piştî axaftinan li ber Rêxistina Navçeya Hezexê ya DEM Partiyê govend hate gerandin û stran hate gotin.

Rawestgeha din a Meşvanên Azadiyê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye.