Gorên şehîdên berxwedana rêveberiyên xweser hat ziyaretkirin

Kesên ku beşdarî "Meşa Mezin a Azadiyê" bûn çûn serdana gorên kesên di berxwedana rêveberiyên xweser de şehîd bûne. Parlementer Cengîz Çandar anî ziman ku bêdengkirina Abdullah Ocalan tê wê wateyê ku li ser Tirkiyê ewrên tarî hene.

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk di roja 7’emîn de berdewam dike. Rêwiyên Azadiyê çû serdana gorên kesên di berxwedana rêveberiyên xweser ya Cizîrê de şehîd bûne. Girse ji Goristana Asrî heta Goristana Yafes meşiya û dirûşmeyên "Şehîd namirin" berz kirin.

Dayikên Aştiyê, bi diruşmeyên “Ev der cihê egîdan e. Cihê Mehmedan e" meşiyan.

Rêwiyên Azadiyê û girseya gel ji Goristana Yafes derbasî Goristana Asrî bûn. Li goristanê gorên Cemîle Çagirga ya 10 salî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin û ji ber qedexeyan 11 rojan di sarincê de hat ragirtin û Orhan Dogan hatin ziyaretkirin. Li goristanê dua hatin xwendin û qurnefîl danîn li ser gora şehîdan.

‘BÊDENGKIRINA ABDULLAH OCALAN TÊ WATEYA TARÎTIYA EWRAN’

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar, li vir axivî û got: “Em niha li ku ne? Em li Tirkiyeyê ne. Em li kîjan erdnîgariyê ne? Em li erdnîgariya Kurdistanê ne. Em li Cizîra navenda Botanê ne. Li ser me hinekan peyva 'Meşa Azadiyê' heye. Çima ‘Meşa Azadiyê” dinivîse? Ji bo Kurdan azadî û demokrasî nîne. Li Tirkiyeyê aştî tune. Ji ber vê yekê navê vê meşê 'Meşa Azadiyê' ye. Ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Çi dike, çi difikire; haya kesî nîne. Bihîstina dengê wî girîng e? Çima axaftina wî girîng e? Dema ku diaxivî li Tirkiyê hêviya aştiyê hebû, hêviya çareseriya pirsgirêka Kurd hebû. Bêdengirina Abdullah Ocalan tê wateya tarîtiya ewran, tê wateya ku ewrên tarî li ser hêviyên Tirkiyeyê disekinin."

‘EWRÊN TARÎ HAT SER AŞTIYÊ’

Çandar anî ziman ku gava Abdullah Ocalan diaxive, li Tirkiyeyê hêviya aştiyê zêde dibe û got: “Hêviya demokrasiyê hebû, ji ber ku bêyî Kurdan demokrasî pêk nayê. Kê vê yekê xera kir? Ji ber ku Abdullah Ocalan diaxivî, xera nebû. Berovajî vê yekê dema ku bi Abdullah Ocalan re nehat axaftin ev rewş têk çû. Ewrên tarî hat ser aştiyê. Niha jî em dibêjin ‘Aştî tune ye’.”

Çandar anî ziman ku Orhan Dogan di mejiyê gelê Kurd de xwedî taybetmendiyeke girîng e ku dê neyê jibîrkirin û got: “Hewl dan serê Orhan Dogan bitewînin û têxin wesayîta polîsan, lê tu carî nedikarîn sere wî bitewînin. Heke em tevî keça wî Ayşegul Dogan li pêşberî wî bin, heke em ji bo rakirina tecrîdê diaxivin û ji bo aştiyê dimêşin, di heman demê de em ji Orhan re jî dibêjin ku,  'Te tu carî karaktera xwe ya nîşaneya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê winda nekiriye. Tu li Tirkiyeyê bûye sembola hêviyên aştiyê. Û îro jî di hizûra te de wê ‘Meşa Azadiyê’ bidome. Em ê di şopa te de vê têkoşînê bidomînin. Em soz didin ku heta em bigihêjin armanca aştî û azadiyê wê ev meş bidome.”

Piştî axaftinan Rêwiyên Azadiyê li malan civîn li dar xistin.