Fûad Bêrîtan: KODAR û PJAK stûnên sereke yên têkoşîna rojhilatê Kurdistanê ne

Fûad Bêrîtan got, "KODAR û PJAK stûnên sereke yên têkoşîna li rojhilatê Kurdistanê ne û hetta temamkerên tevgera azadiyê ya gelê Kurd in li Rojhilata Navîn." Her wiha Fûad Bêrîtan tekez kir ku ew amade ne rû bi rûyê metirsiyên siyasî û leşkerî bibin.

Gelo di rewşa niha de, di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyem û kombûna kêşe û qeyranên curbicur de, rewşa Îranê dê dijwartir û karesatbartir bibe yan na? Gelo dîskursa tevgerên opozîsyonên Îranê dê pirsgirêka Kurd çareser bike yan na? Nêrîn û bernameyên Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di vî warî de çi ne? Kurd û Îran ber bi kîjan aliyî ve diçin û Rojhilata Navîn wê çawa bibe çavkaniya guherînên radîkal? ANF’ê bi Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan re hevpeyvînek kir.

Deqa hevpeyvînê wiha ye:

Qeyrana siyasî ya dewleta Îranê kûrtir bûye û ji ber polîtiya xwe ya li Rojhilata Navîn civakê ber bi rêyeke metirsîdar dibe. Nirxandina we li ser van helwestên dewleta Îranê çawa ye?

Niha rewş li Rojhilata Navîn gelek aloz e, dewletên dijber bi agir şer dikin. Bi taybetî komên ser bi rejîma Îranê agirê şer pêdixin. Niha li derveyî sînorên Îranê şerekî kontrolkirî heye. Li navxweyî jî rewşa Îranê ji hêla debara jiyanê û aboriyê ve gelek xerab e. Ev yek berhema wan siyasetên rejîmê ye. Mirov dikare bibêje ku di navbera sîstemên Îran û Amerîkayê de ji bilî şer yan jî teslîmbûnê rêyeke din tune ye. Zehmet e ku ev her du hêz lihevkirineke demdirêj pêk bînin yan jî rewşa heyî bikarin bidomînin. Sîstema kapîtalîst a cîhanê gihîştiye qonaxa xwe ya dawîn, neçar e ku xwe biguherîne.

Rewşa herêmî û cîhanî vê yekê ji me re dibêje. Hemû gelên bindest jî guherînê dixwazin. Bi kurtasî gelek sedem hene da ku guherînên mezin li Rojhilata Navîn çêbin. Ji ber ku ev rewşa Rojhilata Navîn nikare bi vî rengî bê domandin. Gelê Kurd jî li gorî bûyerên Rojhilata Navîn li ser derbaskirinba metirsiyan difikire. Rewş pir aloz û tijî metirsî ye. Metirsiya derketina şerekî berfireh heye. Şerê cîhanê yê sêyem gelek sal in di asteke navincî de hatiye sekinandin û niha fişar û zext bi awayekî zêde bûne ku êdî ne mimkin e ku ev şer di asteke navincî de berdewam bike. Îran nikare xwe ji vî şerî rizgar bike. Ji ber ku lihevkirin û teslîmbûn ji bo Îranê tê wateya têkçûn û jinavçûnê.

Halê hazir ji hêla opozîsyonên Îranê ve gelek bername û proje tên pêşkêşkirin. Hinek ji wan ne tenê girîngiyê nadin çareserkirina pirsgirêka Kurd, her wiha di diskursa wan de ev pirsgirêk wek metirsî tê dîtin. Ji bo demokratîkbûna Îranê divê stratejî û çareseriyeke çawa bê şopandin?

Têkildarî sîstema Îranê û alternatîva wê em dikarin bibêjin ku dewleta neteweyî ya Pehlewî û dewleta neteweyî ya Komara Îslamî her du ji yek qumaşî ne. Îro kesên bi navê rewşenbîr û çalakvan û beşeke opozîsyonê û bi taybetî hemû rastgirên Îranî hewla avakirina dewleta neteweyî ya modern didin û tometa “cudaxwazî”, “terorîstbûn”ê li tevgerên azadîxwaz ên gelên bindest dikin. Projeya çareseriya demokratîk di çarçoveya “konfederalîzm û neteweya demokratîk” de ye ku ji hêla KODAR’ê ve tê pêşkêşkirin. Projeya KODAR’ê li dijî meyla dewleta neteweyî ya modern e.

Netewedewleta Pehlewî û Komara Îslamî her du bûn sedema wê yekê ku “etnîkên bindest” rastî siyaseta qirkirina çandî werin. Îro hin kesên qaşo rewşenbîr û beşeke opozîsyonê ku xwe wek pêşverû dibîne, hewl didin di bin gotinên “modernbûn”ê de heman sîstemê ava bikin.  Ji ber vê yekê rewşa opozîsyonê lawaz dibe. Tiştê ku di navbera opozîsyona Îranî û opozîsyona Kurdî de tê dîtin ew e ku rastgiriyê xwe bi ser beşeke mezin a opozîsyona Îranê de ferz kiriye. Bi hezar cure xapandinan vê yekê dike. Çepgir ji ber pasîfbûnê marjînalîze bûne. Avakirina Îraneke demokratîk û azad ji ber êrişên tevgerên rastgir zehmet e. Lewma tevgera Kurd ji bo azadîxwazên Îranî derfet û bextekî mezin e, pêwîst e vê derfetê ji dest nedin û bi baştirîn awayî bi kar bînin. Tevgerên opozîsyon ên Îranê neçar in ku di navbera “cudaxwazî” û “tevgera Kurd a demokrasîxwaz” de yekê hilbijêrin. Arasteya siberoja têkoşîna Îranê girêdayî vê hilbijartinê ye. Tevgera şoreşgerane ya “jin, jiyan, azadî”yê diskursa tevgera Kurd a demokrasîxwaz e.

Paradîgmaya KODAR’ê ya “Civaka demokratîk û ekolojîik li ser bingeha azadiya jinan” li dijî desthilatdariya Îranî ya modern e ku ji nû ve ji bo hemû gelan bindestiyê tîne. Em ji derbirîna vê rastiyê qet dudil nebûne û em nabin.

Bernameya KODAR’ê ya ji bo siberojê li ser çi bingeh û stûnekê ye? Asta amadekariya KODAR’ê çawa ye?

KODAR û PJAK niha stûnên sereke yên têkoşînê ne li rojhilatê Kurdistanê, hetta temamkerên tevgera azadiyê ya gelê Kurd in li Rojhilata Navîn. Tevgera azadiyê ya rojhilatê Kurdistanê bi salan e rastî êrişên asimanî yên dewleta Tirk a faşîst û dagirker tê û pê re jî rastî wê qirkirina çandî tê ku ji hêla Îranê ve tê meşandin. KODAR di van salan de bi xurtkirina sengerên xwe yên li dijî dijmin xwe amade dike. KODAR’ê ji bilî erka şoreşgerî û têkoşîna li dijî faşîzm û dagirkeriyê tu erkeke din ji xwe re daneaniye. KODAR’ê tevî encamên qirkirina çandî ya dijmin û faşîzma wê, pozîsyona xwe yekcar xurt kiriye. Hem hay ji xalên xwe yên lawaz heye, hem hay ji xalên xwe yên xurt heye. Bi wêrekane rexne li xalên xwe yên lawaz digire. Ev hemû ji bo wê yekê ne da ku tevgera azadîxwaz a rojhilatê Kurdistanê ji nav neçe.

Bi liberçavgirtina van hûn li Îran û Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd û derbaskirina wan siyasetên dijminane yên li hember KODAR’ê çawa dinirxînin?

Pirsgirêka Kurd bi hevkariya hemû dewletên hegemon peyd bûye û beşeke erkên xwe jî spartine dewletên serdest ên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê. Niha jî bi awayekî rasterast û nerasterast dewleta Îranê vê erkê pêk tîne. Dewleta Îranê behsa van hevpariyên xwe yên bi dewletên hegemon re nake. Gelê me êdî tehemulî vê zilma global nake. Zilma global û herêmî çend rehend li pirsgirêka Kurd zêde kirine ku deh caran ji pirsgirêka Filistinê aloztir e. Heta ku gelê Kurd azad nebe û pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, Rojhilata Navîn aştî û aramî û azadiyê nabîne.

Ji ber ku Îran bûye aktor û hêzeke herêmî û bi awayekî şêtane li dijî rikaberên xwe dilîze, di cihgirkirina aştî, azadî û demokrasiyê de roleke mezin a rojhilatê Kurdistanê jî heye. Kevirê bingeha îro û siberoja Îranê dê bi rêya têkoşîna rojhilatê Kurdistanê bê danîn. Çinku rewşa rojhilatê Kurdistanê hem girêdayî çarenûsa gelên nav Îranê ye û hem girêdayî pirsgirêka Kurd a li welatên sereke yên Rojhilata Navîn e. Eger KODAR û PJAK ava nebûna, bê guman siyaseta pişaftina çandî ya Îranê ya li dijî gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê bi awayekî karesatbartir dibû.

Bi liberçavgirtina van xalan, Rojhilata Navîn ber bi ku diçe û siberoja Îran û Kurdan çawa dibe?

Niha li Rojhilata Navîn metirsiya qonaxeke dijwartir a şerê cîhanê yê sêyem li ser me hemûyan heye. Hemû gel dê ji vê yekê zerareke mezin bibînin, lê belê li ser gelê Kurd pêlek êriş hene. Eger şerê cîhanê yê sêyem ji asta xwe ya navincî ya niha derkeve û biçe qonaxeke jortir, wê demê li dijî Kurd qirkirina fizîkî û çandî zêdetir dibe. Helbet Tirkiye bi salan e qirkirina çandî didomîne. Em ê tê bikoşin da ku gelê me wekî berê nebe qurbaniyê serekê yê hegemonên cîhanî û herêmî. Dijmin rewşa Rêber Apo û gelê Kurd biriye qonaxeke yekcar hestyar. Her cure xemsariyek dê bibe sedema wê yekê ku pirsgirêka Kurd dehan salan paşve here. Nexwe ev yek zengilê metirsiyê ye ji bo her çar parçeyên Kurdistanê. Di navguherîn û pêşhatên Rojhilata Navîn de li ber me hemûyan hilbijartinek heye. Divê em Kurd bi hilbijartineke rast dawî bi vê zilma sed salî bînin. Azadiya Rêber Apo û gelê Kurd tekane rêya me hemûyan e. KODAR ji bo vê yekê ji bo mezintirîn têkoşînê amade ye û ji niha ve ji bo wê yekê tê dikoşe.