Meşvanên Azadiyê li Silopiyayê bi jinan re civiyan

Meşvanên Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di çalakiyê de ne, li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi jinan re civiyan.

Civîn li avahiya Rêxistina Navçeyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) pêk hat û çalakgeran diyar kirin ku heta bigihêjin armanca xwe wê têkoşîna xwe dewam bikin. Çalakgeran gotin, "Pirsgirêka Kurd ji aliyê Birêz Ocalan ve dikare bê çareserkirin. Em jî ji bo bibin dengê vê yekê dimeşin."

Çalakî ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate lidarxistin û Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan tevlî bûn.

Dayika Aştiyê Emîne Alkiş beşdarên meşê silav kir û got, "Dayikên me berdêlên giran dan. Wê aştiyê pêk bînin û Rêbertî azad bikin."

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli anî ziman ku ew bi dîroka herêma Botanê mezin bû û got, "Li dijî mirina ku li me tê ferzkirin, me timî jiyan tercîh kir."

Gulderen Varli bi bîr xist ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 25 sal in tecrîd dewam dike û got, "Birêz Ocalan dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji bo me vî dengî bilind bikin me dest bi meşê kirin. Destê Birêz Ocalan destê aştiyê ye, navê jiyana azad e."

Hevseroka Wanê ya MEBYA-DER'ê Hanim Kaya jî armanca meşê nirxand û got, "Ji ber ku tecrîd dewam dike, şer kûr dibe. Bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Birêz Abdullah Ocalan bi têkoşînê dibe."

Civîn bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû. Dayikan wêneyê Abdullah Ocalan diyarî meşvanên azadiyê kirin. Çalakgeran piştî civînê serdana gora Taybet Înan kirin ku di dema qedexeya derketina derve de hate qetilkirin.