Qurbaniyên jêrzemînan hatin bîranîn

Li navçeya Cizîrê ji bo kesên di jêrzemînan de hatine qetilkirin, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de Meşa Mezin a Azadiyê hate silavkirin.

Kesên di pêvajoya qedexeyên derketina derve ya sala 2015’an de li naveçya Cizîr a Şirnexê hatine qetlikirin, hatin bîranîn. Bîranîn li avahiyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin. Meşvanên siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” ya Wanê de cih digirin tevlî bîranînê bûn. Dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç, Heznî Arslan a cenazeyê keça wê hêj jî nehatiye dîtin, dayika Nîhat Kazanhan ê dema li pêşiya mala xwe dilîst hatiye qetilkirin Ayşe Kazanhan û dayika Umît Kurt ê bi guleberana polîsan jiyana xwe ji dest da Nafiye Kurt tevlî bîranînê bûn. Li eywana bîranînê tevî nav û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, pankarta “Lehengên Cizîra Botan” hate daliqandin.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ya Şirnexê Esmer Çikmaz axivî. Çikmaz a di pêvajoya qedexeyên derketina derve de 2 zarokên xwe winda kiriye wiha axivî: “Ne tenê 9 sal, 900 sal jî ser derbas bibin em êşa wê wekî ku îro hatiye jiyîn dikêşin. Lê belê me soz daye wan; em ê nehêlin têkoşîna wan li erdê bimîne. Çiraya wan pêxistiye rêya me ronî dike.”

Çikmaz, bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê ya girtîgehan û got: “Kezeba hemû dayikên li vê derê wekî ya min dişewite. Em dayikên girtiyan in. Ev vê tecrîdê şermezar dikin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û wiha axivî: “Yên ku naxwazin meşa me bibînin, bila vê yekê baş bizanibin ku em ê bigihin mirada xwe ya aştî, azadî û yekitiyê.”

Dogan, wiha domand: "Çend sal ser derbas bibin jî dê qetlîama Cizîrê neyê jibîrkirin, tu kes nikare bide jibîrkirin. Bi sedan sal in ku bajarên me talan dikin, xwestin civaka me birizînin û bi şerê qirêj me ji hev veqetînin. Divê li hemberî van şiyar bin.”

Di berdewama axaftina xwe de Dogan da zanîn ku rojeva wan a sereke “Meşa Azadiyê” ye û wiha derbirî: “Divê em zanibin ku em ê bi vê meşê bigihin armanca xwe. Teqez em ê tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, dengê birêz Ocalan bibihîsin. Piştî ku dayikan biryara xwe dan, tu kes nikare pêşî li wan bigire. We dît bê ka çiqas ji we ditirsin. Dibe ku li tu deran ewqas nayên cem hev û natirsin. Em bi hêz in, êm ê bihigin mirada xwe.”

Piştî axaftinan, nîşandana sînevîzyonê hate kirin. Di kêliyên hestiyar de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.