Wezîrê Parastinê yê Tirk piştî Bexdayê derbasî Hewlêrê bû

Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler piştî hevdîtinên bi rayedarên Iraqî re yên li Bexdayê, derbasî Hewlêrê bû û bi Barzaniyan re ku Serok, Serokwezîrê herêmê û Serokê PDK'ê ne, wê hevdîtinê bike.

Heyeta Tirk a ji Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Fermandariya Giştî Metîn Gurak pêk tê, piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bû.

Guler hevdîtina destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re kir.

Hate ragihandin ku heyeta Tirk wê li Hewlêrê bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinê bike.

Hefteyên dawî di navbera dewleta Tirk, Bexda û Hewlêrê de trafîkeke zêde ya hevdîtinan heye.

6'ê Sibatê Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler û Serokê Fermandariya Giştî Metîn Gurak çûn Bexdayê.

Musteşarê MÎT'ê Îbrahîm Kalin 22'ê Çileya 2024'an serdana Iraqê kiribû, tevî Serokkomarê Iraqê bi gelek rayedarên Iraqî re hevdîtin kiribû.

Kalin piştre derbasî bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bû û 28'ê Çileyê bi lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî re rûniştibû.