KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Divê li dijî tecrîdê çalakiyên hîn radîkaltir bên meşandin‘
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Rêber Apo hebûna me ye û divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.” -
Kalkan: Divê têkoşîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bike hedef
“Di sala 26'an a Komploya Navneteweyî de, em bi hev re têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê û pergala qirkirinê ya ku afirandiye, li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd mezin bikin.” -
MLKP/Kurdistan: Em dikarin dîktatoriya faşîst bi têkoşînê hilweşînin
MLKP/Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta faşîst a Tirk şermezar kir. MLKP/Kurdistan daxuyand ku ew dikarin dîktatoriya mêtinger a faşîst bi têkoşîneke yekbûyî hilweşînin -
Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ’yê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin
TAJÊ û Meclîsa Xweser a Şengalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. -
Çalakiyên ji bo bîranîna fedaiyan: 15 dagirker hatin cezakirin
HPG: Hêzên me ji bo silavkirina çalakiya bi heybet a peşengên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn gelek çalakî kirin. Di encamê de 15 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin û derb li 2 çeperan hate xistin. -
Nameyên endamê Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan
Nameyên endamê Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) ku li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kir. -
Seven: Xelkê me yê Başûr divê Kurdistanê biparêze, xwedî li Rêber Apo derkeve
Nedîm Seven hewldanên Rêberê Gelê Kurd ên ji bo yekîtiya neteweyî bi bîr xist û got, "Çawa ku xelkê me yê Başûr di pêvajoya komployê de xwedî li Rêber Apo derket divê niha jî heman seknê nîşan bide û bi ruhê yekîtiya neteweyî li ber dagirkeran rabe." -
KJK: Divê têkoşîna azadiya Rêbertiyê li her qadê bê pêşxistin
Koordînasyona KJK'ê ku bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bang kir ku bi ruhê seferberiyê li her qadê têkoşîn were geşkirin. -
Nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal hat binçavkirin
Li Mêrsînê di operasyona qirkirina siyasî de, rojnamevan Ahmet Kanbal hate binçavkirin. -
TUHAY-DER'ê ji bo 9'ê Cotmehê bang kir
Hevserokê Wan TUHAY-DER'ê Çetîn Ûyar bang li gel kir ku 9'ê Cotmehê li Amedê tevlî meşa şermezarkirinê bibe. -
Her ku dibêjin 'PKK qediya, wê biqede'...
Her ku desthilatdariya Tirk dibêje 'PKK qediya, diqede', PKK her roj hîn bi xurtî li ber radibe. Mîna 26'ê Îlonê li Mezîtlî, 1'ê Cotmehê li Enqereyê. -
'Bi têkoşîna rêxistinbûyî wê dawî li komployê bê anîn'
Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur destnîşan kir ku bi têkoşîna rêxistinbûyî ya li her qadê dawî li nêzîkatiyên komploger dikare bê anîn. -
PKK: Têkoşîna sala 26'an wê bi armanca azadî û çareseriyê bê meşandin
Komîteya Rêveber a PKK'ê di salvegera 26'an a komploya navneteweyî de daxuyanî da û got, "Têkoşîna sala 26'an wê li her qadê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd bê meşandin û bi ser bikeve." -
KCK’ê li dijî êrîşên qirkirinê banga çalakiyan kir
KCK'ê diyar kir ku êrîşên qirkirinê bi çalakiya li Enqereyê girêdan, berevajîkirin e. KCK'ê daxuyand ku dewlet û saziyên navneteweyî bi piştgirîdayîna dewleta Tirk dibin şirîkê polîtîkayên qirkirina Kurdan û bang li gel kir ku bikevin nava liv û tevgerê. -
Li Dersimê 2 kes hatin binçavkirin
Ji kesên duh li Dersimê hatibûn binçavkirin, Nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasî Ertan Çîta û rêveberê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Alî Yildiz hatin girtin. -
PKK: Tu sûcê ku li dijî gelê Kurd hatiye kirin bê ceza namîne!
Komîteya Rêveber a PKK'ê, milîtanên Tabura Nemiran ku li dijî Wezareta Karên Hundirîn çalakiya fedaî pêk anîn, bi bîr anî û diyar kir ku ev çalakî nîşan dide ku tu sûcên li gelê Kurd hatine kirin, wê bê ceza nemîne. -
HPG: Guh nedin derew û şerê psîkolojîk
HPG'ê diyar kir ku piştî çalakiya fedaî ya li Enqereyê dewleta Tirk êrîş zêde kiriye û bang li her kesî kir ku li hemberî îdîayên nerast ên AKP-MHP'ê hişyar bin, guh nedin daxuyaniyên derewîn ku dixwaze siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bimeşîne. -
Endamê Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan li Erdîşê hate veşartin
Cenazeyê Endamê Tabûra Nemiran Ozkan Şahîn bi nasnav Rojhat Zîlan ku 1'ê Cotmehê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kir, li navçeya Erdîş a Wanê hate veşartin. -
KONGRA-GEL ji bo çalakiyên 9'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir
KONGRA-GEL bi wesîleya 9’ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûnê li her kesî kir. -
'Li dijî qirkirinê berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê jin û ciwanan'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê axivî û got, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd têne meşandin, berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê jin û ciwanan. -
Polîsan cenazeyê şehîd Rojhat Zîlan revandin
Cenazeyê Rojhat Zîlan ê ku li dijî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê polîsan ve hat revandin û birin Erdîşê. -
Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hat bibîranîn
Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsesl di 1’emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Silêmaniyê ku lê hatibû qetilkirin, hat bîranîn. -
YRK'ê li ser êrîşa li Şarbajar daxuyanî da
YRK’ê derbarê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de daxuyanî da û got: “Di bombebarana dewleta Tirk de ti ziyan negihiştiye hêzên me.” -
HPG: Di êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên me nehatiye
Piştî çalakiya fedaî ya li ser Wezareta Karên Hundir a Tirk, êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn. Şeva 3'ê Cotmehê qadên gerîla 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin. HPG'ê diyar kir ku tiştek bi hêzên gerîla nehatiye. -
Polîsên Îranê êriş kirin: Keça Kurd a 16 salî di komayê de ye
Keça Kurd a 16 salî Armîta Gîrawend ku bi êrişa polîsên Îranê birîndar bû, 3 roj in di komayê de ye.