Meşvanên Azadiyê: Mazlûm Dogan rêya me ronî dike

Meşvanên di "Meşa Azadiyê ya Mezin" de cih digirin, ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbûye bibîr anîn û peyama, “Em ê jiyana ku xeyal dikir ava bikin" dan.

Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" a ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd hat destpêkirin, li navçeya Dep a Xarpêtê ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan li ber mala ku lê çêbûye bibîr anîn. Arîfe Dogan, xwişka Mazlûm Dogan jî di nav de gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Ji meşvanan Narîn Gezgorê di bîranînê de axivî. Gezgorê anî ziman ku Mazlûm Dogan bi têkoşîna xwe bûye şopdarê pêşengên Kurdan Seyîd Riza û Şêx Seîd û got ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Gezgorê destnîşan kir ku heya vê têkoşînê bi ser bikeve ew ê şopdarê wan bin.

Paşê Parlementerê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî. Tanhan ji parastina li dadgehê ya Mazlûm Dogan çend pasaj xwendin. Bîranîn bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî