Li Rûsyayê ji bo şehîdên Meha Gulanê mewlûd hate dayîn
Li navçeya Tambovê ya bajarê Miçûrinskê ya Rûsyayê ji bo şehîdên Meha Gulanê mewlûd hate dayîn.
Li navçeya Tambovê ya bajarê Miçûrinskê ya Rûsyayê ji bo şehîdên Meha Gulanê mewlûd hate dayîn.
Li navçeya Tambovê ya bajarê Miçûrinskê ya Rûsyayê li Mala Çand û Hunerê ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakî hat lidarxistin û mewlûd hate dayin.
Çalakî di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo hemû Şehîdên Meha Gulanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Endamê Meclisa Gel Adîl Kurd derheqê wate û girigiya rojê de axivî û wiha got: “Meha Gulanê ji bo me û gelê Kurd rojeke dirokî û hebûnê ye.”
Adîl Kurd wiha got:“Piştî bangawaziya Rêber Apo a dîrokî û fesixkirina PKK’ê ji bo tevahi cihanê pêvajoyek nû destpê kir. Heval Fûat û Riza Altûn hevalên destpêkê ên Rêbertî ne ku bi hev re têkoşînê heta roja me ya îro anîne. Ked û berxwedaniyekî mezin kirin. Her wiha şehîdê aşîtî û demokrasiyê Sirrî Surreya Onder ji bo aşitîyê û civaka demokratik kedek mezin da û bû şehidê vê pêvajoya dîrokî. Di kesayeta van hevalan de kû b,n sembola têkoşîna azadiyê hemû şehidên Meha Gulanê û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibirtînim.”
Civîn bi dirûşmeyên “Şehîd,Namirin”, “Bijî, Rêber Apo”, “Bê, Serok, Jiyan, Nabe” bi dawî bû û mewlûd hate dayin.