HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Sason û Jêhat bi sekn û têkoşîna xwe bûn mînakên bijarte yên milîtaniya Apoyî."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:

"Di 15’ê Çileya 2024’an de me bi gelê xwe û raya giştî re parve kiribû ku li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Hekkarî li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî hatiye lidarxistin. Dii vê çalakiyê de 12 dagirker hatine cezakirin, 8 dagirker birîndar bûne û hevrêyê me Jêhat bi ruhê fedayî yê Apoyî û cesareta bilind li dijî dagirkeran şer kir û gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Sason Asmîn jî ku beşdarî heman çalakiyê bû, piştî çalakiyê şehîd bû.

Hevrêyê me Sason û Jêhat bi taybetmendiyên xwe yên milîtanî yên Apoyî yên di jiyanê û şer de cihê xwe yê birûmet di dîroka me ya têkoşînê de girtin û weke mînakên şênber ên ruhê fedayî yê Apoyî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê derketin lûtkeyê. Hevrêyên me Sason û Jêhat li hemberî êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me bedena xwe kirin mertal û heta nefesa xwe ya dawî bi fedeyî beşdarî têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn. Bi helwest û têkoşîna xwe bûn mînakên berbiçav ên milîtaniya Apoyî.

Em di serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Sason û Jêhat cangoriyên fedayî yên Apoyî û ji hemû gelê me yê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin û careke din dubare dikin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sason Asmîn
Nav û Paşnav: Mûrat Oçek
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Sînem - Cafer
Dem û cihê şehadetê: 13 Çile 2024 / Metîna

Nasnav: Jêhat Bagok
Nav û paşnav: Mehmet Gumuş
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Bedîe - Firat
Dem û cihê şehadetê: 13 Çile 2024 / Metîna

Hevrêyê me Sason li Wanê, di malbateke welatparêz û dilsozê çanda Kurdî de hatiye dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, partiya me PKK di temenekî biçûk de nas kir. Bi taybetî di sala 2010’an de ji gerîlayên ku dîtiye gelekî bandor bûye. Helwesta gerîlayên ku di jiyanê de dît, têkiliyên wan ên hevaltiyê yên kûr û dilsoziya wan a bêdawî ya ji bo gelê me, hişt ku hevrêyê me Sason tevlîbûna gerîla bike armanca xwe ya herî mezin. Mijareke din a ku bandor li hevrêyê me Sason kir tevlîbûna xizmên wî yên nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Sason ferdekî ku ji aliyê malbat û derdora xwe ve dihat hezkirin û qîmet didanê. Piştî ku dibistana seretayî qedand, bi hizra ku dibistanên dijmin tiştekî bidin wî tune ye, dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me yê ku piştre ji bo debara malbata xwe bike şivantî kir. Di karê ku kesayet û hesasiyeteke pir hesas lazim bû de hêviyên malbata xwe bi cih anî. Tiştên ku ji şivantiyê hîn bû, piştre ji bo pêşketina wî ya di jiyana gerîla de bû bingehek girîng. Hevrêyê tevî temenê xwe yê ciwan rastiya dijmin nas kir, fêm kir ku bêyî têkbirina pergala dewleta Tirk a qirker a kuli ser tunekirina gelê me xwe avakiriye, gelê me bi rastî azad nabe. Ji ber vê sedemê pêşî xwest ji hemû girêdanên ku wî bi pergalê ve girêdide qut bike. Çalakiya hevrêyê me Sason a yekemîn redkirina rastiya dijmin bû. Roj bi roj hişyartir dibû û xeta xwe ya têkoşînê mezin kir. Di pêvajoyeke ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêşket û hêviya azadiyê ya gelê me zêde dibû de hevrêyê me Sason, tevlîbûna nava refên gerîla yên bi salan xeyal dikir, ji xwe re weke erk girt ser xwe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Sason ê ku yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li herêma Metîna dît, bi vê perwerdeyê yekser xwe bi jiyana gerîla û çiyê re adapte kir. Jiyana mitewazî ya gerîla, şêwaza xebata kolektîf û têkiliyên kûr ên hevaltiyê bandor li hevrêyê me Sason kir. Hevrêyê me yê ku dizanibû divê di kesayeta xwe de jî van taybetmendiyan temsîl bike, di vê wateyê de kûrbûnek kûr jiya. Hevrêyê me bi perwerdehiya dît firsenda çand û dîroka Kurd ji nêz ve nas bike, li ser vê bingehê kesayeta xwe dahûrand. Li diji bandorên dijmin ên li ser kesayeta xwe têkoşiya. Piştî ku pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir, li Metînayê xwendina xwe domand. Hevrêyê me Sason di jiyana xwe ya gerîlatiyê de azmûnek bi dest xist, bi saya tevlîbûna xwe ya rast û bêşert bû gerîlayekî jêhatî û bi van taybetiyan rêz û hezkirina hemû rêhevalên xwe girt. Hevrêyê me Sason dixwest bi têkoşîneke xurttir bersivê bide nirxên ku hevrêyên wî dane wî, bi salan beşdarî xebatên girîng û krîtîk bû. Bi saya hesasiyeta xwe ya di van xebatan de baweriya hemû rêhevalên pê hat. Hevrêyê me Sason di xebatên meşandin de fersenda naskirina bi dehan hevrêyên xwe bi dest xist, hem ji taybetmendiyên erênî yên van hevalan bandor bû û hem jî bandor li wan kir. Hevrêyê me Sason rûkenî û kesayeta xwe ya jidil di her hevrêyê xwe de şopên kûr hişt û her roj hewl da têkoşîna xwe berfireh bike. Bi vê armancê hevrêyê me her tim dahûrandin û parêznameyên Rêber Apo dixwend û fêm kir ku ew ancax bi kesayeta milîtan a Apoyî dikare bibe gerîlayekî serketî. Hevalê me her çendî xebatên girîng û krîtîk meşand jî, hevalê me her tim dixwest li qadên ku li dijî dijmin şerekî çalak dimeşîne be. Digot ku ancax bi vî rengî dikare azweriya di dilê xwe de berhev kiriye, li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê. Hevrêyê me bi taybetî dixwest bersivê bide êrîşên dijmin ên li seranserê Kurdistanê û li ser gelê me, bi israr xwest di eniya şerê germ de cih bigire. Lê di sala 2021’an de bi pêşniyara hevalên xwe yên ku dixwestin di taktîkên gerîla û îdeolojiya Apoyî ya serdema nû de xwe pêş bixe û bibe yek ji fermandarên ciwan ên serdema nû, di sala 2021’an de tevlî perwerdeya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Hevrêyê me ji pratîka xwe ya berê dersên girîng girt û di taktîkên gerîla yên serdema nû de ezmûnên girîng bi dest xist.

Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, berê xwe da herêma Metînayê. Hevrêyê me vê carê jî bi coş û kelecan beşdarî xebatan bû û di nava tîmên çalak ên gerîla de cih girt. Hevrêyê me li hemberî êrîşên dijmin ên ji bo tasfiyekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku ji xwe re weke astengî didît, derbasî qonaxeke nû ya qirkirinê bû, di nava berxwedaneke fedaî de bû derbên giran li dijmin xist. Li Herêma Metînayê beşdarî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me Sason di gelek çalakiyên li herêmên Metînayê hatin pêşxistin de bû milîtanekî mînak ku bi wêrekî, dilgermî û bi israra xwe ya derbê li dijmin bixe. Hevrêyê me her kêliya xwe li ser lêdana derbên giran li dijmin bide derbas dikir û ji bo vê berxwedanek mezin nîşan da. Herî dawî hevrêyê me Sason beşdarî çalakiya 13’ê Çileya 2024’an a li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Colemêrgê bû û di vê çalakiyê de cihekî girîng girt. Hevrêyê me yê ku di vê çalakiya ku derbên giran li dijmin dan de bi lehengî şer kir û piştî çalakiyê di demeke kin de di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Xeta berxwedanê ya hevrêyê me Sason di demên herî dijwar de jî bi saya ruhê xwe yê bilind ê êrîşkar derb li dijmin girt, wê ji bo hemû hevrêyên xwe bibe rêber.

Hevrêyê me Jêhat, di malbateke ku bi eslê xwe ji Şemrexa Mêrdînê ye, li Amedê hatiye dinê. Ji ber ku ji malbateke xwedî hişmendiya bilind a welatparêziyê bû û li Amedê têkoşîna me zû nas kir. Ji ber ku gerîla bi fedekarî û fedayiyeke mezin li dijî dewleta Tirk a qirker şer kir, bû sedem ku hevrêyê me Jêhat biçûkatiya xwe ji gerîla hez bike. Çîrokên lehengiyê yên gerîla ku ji derdora xwe dibihîst, hezkirina hevrêyê me ya ji gerîla re hê zêdetir kir, di heman demê de bû sedem ku tevlîbûna gerîla weke xewn û armanca xwe diyar bike. Hevrêyê me yê ku biçûkatiya xwe rastiya dijmin nas kir, mîna her zarokên Kurd ê li Kurdistanê, hebûna dijmin a li Kurdistanê qebûl nekir û neket bin bandora polîtîkayên dijmin ên ji bo asîmîlekirinê. Hevrêyê me Jêhat ku xwe berpirsyarê dabînkirina azadiya gelê me dibîne, mîna her ciwanê Kurd ê birûmet, bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên ciwanan bû. Hevrêyê me alikariya gelek ciwanên Kurd kir ku hişyar bibin û hişt ku di nava têkoşîna azadiyê de cih bigirin. Bo keda dayî roj bi roj têkoşîna me geştir kir, dilsoziya xwe ya bi gerîla re xurtir kir û li benda wê kêliyê bû ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di serdemeke ku êrîşên dijmin ên li ser gel û tevgera me zêde bûn de hevrêyê me Jêhat berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Jêhat ji ber xebatên xwe yên berê xwedî ezmûneke rêxistinî û bîrdozî bû, di adaptekirina jiyana gerîla û çiya de ti zehmetî nekişand. Hevrêyê me bi têkoşîna fedaî û hevaltiya kûr a gerîla bandor bû, ji roja destpêkê ve bi coş û heyecaneke mezin tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêyê me bi perwerdeya ku di gerîla de dît, derfeta pêşxistina xwe ya leşkerî bi dest xist, di aliyê îdeolojîk de jî firsend dît ku hîn bêhtir kûr bibe. Hevrêyê me yê ku bi hêza ji vê pêvajoya perwerdeyê wergirtiye xwe amade hîs kir ku pratîkên dijwar pêk bîne. Di nava kelecana ku tavilê biçe pratîkê bi hemû hevalên xwe re parve kir. Hevrêyê me Jêhat di demeke ku êrîşên dijmin dijwar bûn de xwest biçe qadên berxwedanê û li dijî dijmin şer bike. Ji ber ezmûnên wî yên berê careke din tevlî xebatên Komalên Ciwan bû. Hevrêyê me yê ku demekê di van xebatan de cih girt, di gelek qadên cuda de pratîk kir. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me şervanên nû dişand nava refên gerîlayan û di tevlîbûna bi dehan ciwanên di nava refên gerîla de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Jêhat ê ku di pêvajoyên ku di van xebatan de cih girtiye bandor li ser her ciwanê ku pê re xebitiye re çêkir, bi helwesta xwe ya di asta milîtaniya Apoyî de jî hurmet û hezkirina gelê me bi dest xistiye.

Êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi taybet herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, hêrsa hevrêyê me Jêhat a li hemberî dijmin hîn zêdetir kir. Di heman demê de berxwedana fedaî ya hevrêyên me yên li van herêman ji bo rêhevalên me bû hêz û moralek mezin. Berxwedana fedaî ya rêhevalên me li hember her cure çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên tektîkî yên di tunelên berxwedanê de hevrêyê me Jêhat vegerandin çiyayên ku di hesreta wê de bû. Hevrêyê me yê ku dixwest mil bi mil li hemberî dijmin şer bike, bi îrade û biryardariyeke mezin derket çiyayan û xwest tavilê biçe herêmên ku şer lê dijwar bûye. Di vî alî de israra wî ya mezin hebû. Lê ji ber hevrêyê me Jêhat ne xwediyê ezmûna leşkerî bû, ji bo di serdema nû de taktîkên gerîlatiyê kûrtir bibe û bibe gerîlayekî profesyonel, pêşî beşdarî perwerdeya şaxê bû. Hevrêyê me di şaxê pisporiyê ya sabotajê û taktîkên gerîlayên serdema nû de xwedî cihekî girîng e, di heman demê de bi saya hevalên xwe di gelek qadên cuda de zanîn û ezmûn bi dest xist. Hevrêyê me Jêhat ku di heman demê de şêwazên şerê tunel û gerîlla yê ku di encama lehengiyeke mezin de derketibû holê jî hebû, xwe ji şerekî mezin re amade kir û berê xwe da herêma Metînyê ku êrîşên dagirkeriyê lê dijwar bûn. Hevrêyê me yê ku li herêma Metînayê li gelek qadan beşdarî çalakiyan bû, bi pratîka xwe ya serkeftî hurmeta hevrêyên xwe yên qadê bi dest xist. Hevrêyê me Jêhat li her girekî ku dijmin lê bi cih bûye dizanibû û derbarê hêzên dijmin ên li ser van giran de xwedî plan bû û di pêkanîna gelek çalakiyên serketî de bû alîkar.

Hevrêyê me Jêhat di 13’ê Çileya 2024’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî leşkerên dijmin beşdarî çalakiyê bû, bi hişmendiya kûr a berpirsyariya xwe, bi biryardarî û ruhê serdemê têkoşiya. Hevrê Jêhat di vê çalakiyê de heta nefesa xwe ya dawî bi fedeyî û lehengî li ber xwe da û gihîşt şehadetê."