Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Kaytan û Altûn li Awistiryayê hatin bibîranîn

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Awistiryayê hatin bibîranîn.

Komaleya Çand û Hûnerê ya Sara ku li Eyaleta Vorarlberg a Awistiryayê xebatê dimeşîne, ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn çalakiyek li dar xist.

Çalakî li avahiya komaleyê hat lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

 Piştre rûspiyê Elewî Nejdet Korkmaz li gorî baweriya Elewî merasîmekî kurt pêk anî.

Li ser navê rêveberiya komaleyê Kamûran Sindî destnîşan kir ku têkoşîna azadiya Kurd heta îro bi berdêlên giran dewam kiriye û got ku kevneşopiya têkoşînê li ser bingeha şehîdan mezin bûye.

Siyasetmedar Mûrat Munzur di bîranînê de mafê axaftinê girt û rêzeyekî şehîd Atakan Mahîr dest bi axaftina xwe kir: “Carna ji me dipirsin, ew qas şehîd hene hûn çawa jiyan dikin? Em ji bo wê nikarin rûnin û bihizirin. Dema ku em rûdinin û hizir dikin, vedibêjin em nikarin. Pişî hingê jiyan nameşe, dil û mejî ranake.”

Munzur di axaftina xwe de bi serpêhatiyên derbarê nêzîkatiya li ser nirx û şehîdên tevgera azadiyê de domand.

Çalakî bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi dawî bû.