Di Meşa Azadiyê de Ekîn Wan û Hakan Bûksûr hatin bibîranîn

Meşvanên azadiyê şehîd Ekîn Wan û Hakan Bûksûr bi bîr anîn û bal kişandin ser pêkanînên dijmirovahî yên dewleta Tirk.

Meşvanên azadiyê di rawestgeha xwe ya li navçeya Gimgim a Mûşê de Hakan Bûksûr ê di berxwedana Kobanê ya 7’ê Cotmeha 2014’an de di encama gulebarana ji wesayîta zirxî deşehîd bû û gerîlaya YJA-Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ku di sala 2015'an de şehîd bû û cenazeyê wê hatibê teşîrkirin, hatin bibîranîn.

Meşvanên azadiyê hatin cihê ku Bûksûr lê hate gulebarankirin û deqeyek rêz girtin. Parlamenterê Partiya DEM Partiyê Omer Ocalan li vir axivî û got, “Hakan li vir bi awayekî hovane hat qetilkirin. Pêvajoya çareseriyê bi van xeletiyan qediya. Birêz Ocalan 2 sal axivî û xwîn nehat rijandin. Di berxwedana Kobanê de bi dehan hevalên me hatin qetilkirin. Yên hatin qetilkirin hevalên me bûn. Em niha li rastiyê digerin, em li aştiyê digerin. Em ê li ser rêya aştî û wekheviyê bimeşin. Ev erka partiya me ye. Hêviyên gelê me ji me hene û dibêjin ‘ji bo azadiya Birêz Ocalan bixebitin'. Ji ber vê yekê em li vir in. Em soz didin hevalê Hakan. Heta aştî pêk were em ê têbikoşin. Em tiştekî xirab nabêjin. Em dixwazin şerê ku 40 sal in berdewam dike bi aştiyeke birûmet bi dawî bibe. Ez di şexsê Hakan de şehîdên demokrasiyê bi bîr tînim.”

'SÛCÊ ŞER KIRIN'

Meşvanên jin ên çûn cihê ku cenazeyê Ekîn Wan lê hat definkirin deqeyek rêz girtin. Parlamentera Partiya DEM Partiyê Newroz Uysal li vir axivî û got, “Piştî pêvajoya çareseriyê dewleta Tirk bi pêkanînên dijmirovî li hemû bajarên Kurdistanê sûcê şer kir. Gimgim di mejiyê me de weke nîşandana cenazeyê Ekîn Wan hatiye xemilandin. Em dizanin ku peyama ku di şexsê wê de êrîşî bedena jinê dikin, peyamek ji bo gelê Kurd û jinan e. Cenazeyê Ekîn Wan bû bedena hemû jinên ji bo azadiya xwe li ber xwe didin. Li hemû bajarên Kurdistanê ev kirin berdewam kirin. Berê xwe dan gelê me û jinên ku ji bo azadiya xwe li ber xwe didin, lê jinan berxwedana xwe berdewam kirin. Her komkujiyek li ser jinê di heman demê de li paradîgmaya jinê ya Birêz Ocalan tê kirin. Di vê meşê de em bi rastiya ku azadiya Birêz Ocalan azadiya jinê ye tevdigerin. Ekîn Wan bi rêzdarî bibîr tînim.

Di dawiya bîranînê de qurnefîl danîn cihê ku cenazeyê Ekîn Wan lê hatibû teşîrkirin.