EWROPA
Hemû Nûçe
-
Nobeda Azadiyê di hefteya 658’an de ye
Koma Rennes a ku di hefteya 658’an de Nobeda Azadiyê dewr girt, peyama “Heta ku Rêberê me azad bibe wê nobeda me bidome” da. -
Meşvanên Meşa Dirêj salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin
Meşvanên Meşa Dirêj di roja 8’an de li DKTM’ê ya Grigny ya Parîsê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin. -
Kurdan û dostên wan êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Darmstadt ê Emanyayê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava protesto kirin. -
Meşa Dirêj di roja 8’an de li Grignyê berdewam dike
Meşa Dirêj di roja 8’an de gihîşt Grignyê. Meşvan ji ber walîtiya Grignyê heta şaredariya Grignyê meşiyan û gotin, “Ger em dixwazin jiyana azad ji sibrojê re bihêlin, pêwîste azadiya Rêber Apo pêk bînin.” -
Ji Heilbronn’ê heta Strasbourg’ê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’
Ji welatên cuda yên Ewropayê Kurd û ciwanên enternasyonalîst, wê ji bo “Meşa Dirêj” li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bên ba hev. Meş ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê di navbera 9-15’ê Sibatê de were kirin. -
Li bajarê Mantes la Jolieyê hevdîtinên dîplomatîk pêk hatin
Komîteya Dîplomasiyê ya Meşa Dirêj li bajarê Mantes la Jolieyê bi Sekreterê Partiya Komunist Marc Jamet û şaredarên Rolleboise, Mantes la Jolie û Limayê re hevdîtin pêk anîn. -
Li Hamburgê 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin
Li Qada Sternschanze ya Hamburgê, 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi coş hat pîrozkirin. -
Meşa Dirêj kete roja 7’emîn: Têkoşîn wê pêvajoyê diyar bike
Meşa Dirêj di roja xwe ya 7’emîn de li bajarê Mantes-la-Jolieyê berdewam dike. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz beşdarî çalakiyê bû û got: "Têkoşîn wê pêvajoyê diyar bike." -
Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê hatin bîranîn
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Bavê Teyar û şehîdên Tişrînê hatin bîranîn. -
Li Brukselê bi hezaran kes ji bo Fîlîstînê meşiyan
Li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran kes ji bo agirbesteke mayinde ya li Şerîda Xezeyê meşiyan. Di meşê de êrîşên li ser Rojava jî hatin şermezarkirin. -
Li Leipzigê Kurd û dostên wan ji bo Kobanê û Tişrînê meşiyan
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê, ji aliyê Kurd û enternasyonalîstan ve meşek hate lidarxistin. -
Meleyan ji bo Rojava bang kirin
Meleyên ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û ji bo têkoşînê bang li gelê Kurd kirin. -
Şehîdên Tişrînê li Dortmundê hatin bibîranîn
Li Dortmundê ji bo sivîlên li Bendava Tişrînê hatin qetilkirin bîranîn hat lidarxistin. -
Li Hannoverê salvegera rizgarkirina Kobanê hat silavkirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi boneya salvegera 10’emîn a rizgarkrina Kobanê meş û mîtîng hate lidarxistin. -
Şehîda Tişrînê Ronîza Mihemed li Essenê hate bibîranîn
Ronîza Mihemed a ku ji bo parastina Bendava Tişrînê di nobetê de bû, di encama êrîşê de şehîd bû hate bibîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku ew ê ti carî ji tekoşîna azadiyê paşve gav neavêjin. -
Nîjadperestan êrîşî parlamentera Federal Gokay Akbûlût kirin
Parlamentera Federal a Elmanyayê Gokay Akbûlût ragihand ku duh bi şev di trênê de rastî heqaret û êrîşa rastgirên tundrew hatiye. -
Berxwedana Rojava li Romayê hate silavkirin
Li Romayê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê fîlma li ser berxwedana Rojava hate nîşandan û berxwedana Tişrînê hate silavkirin. -
Li pêşiya Parlamentoya Danîmarkayê ji bo Kobanê çalakî hate lidarxistin
Ciwanên Kurd ên ku bi boneya 10’emîn salvgera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê li hev civiyan, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bang li hêzên navneteweyî kirin û gotin, “Bêdeng nemînin, bêdengî şirîkatiya komkujiyan e.” -
Êrîşên dagirkeriyê li Osnabruckê hat protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Osnabruckê hat protestokirin. -
Li London û Manchesterê ji bo Kobanê çalakî hatin lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li London û Manchesterê li hev civiyan, 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê bi coş pîroz kirin û piştgirî dan berxwedana li Tişrînê. -
Enternasyonalistên li Heidelbergê ji bo Rojava meşiyan
Li Heidelbergê bi sedan enternasyonalist 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê bi meşekê silav kirin û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Li Amsterdamê meşa ‘Rojava biparêze’ hate lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê ve li hev civiyan, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin û xwestin statuya fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin. -
Şehîdên Tişrînê li Linzê hatin bibîranîn
Li bajarê Linz ê Awusturalyayê di şexsê Bavê Teyar de şehîdên Tişrînê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku têkoşîna ku li Tişrînê tê dayîn, ji bo hemû mirovahiyê bûye sembol. -
Di şahiya Can TV’ê de peyama ‘Wê têkoşîna me bidome’ hat dayîn
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar beşdarî şahiyê bû diyar kir ku dewlet tenêtiyê li ser Elewî û Kurdan ferz dike û got, “Gelê Kurd û Elewî ev sedsal in li dijî vê tenêtiyê li ber xwe didin. Ev berxwedan me anîn gel hev.” -
Di êrîşa Tişrînê de 14 kes birîndar bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê li Bendava Tişrînê de 14 kes birîndar bûn.