Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), têkildarî komkujiya gundê Berxbotan ê Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin, li ber Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê daxuyanî dan.
Gelek Kurdistanî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat û Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di çalakiyê de axivîn.
Şahîn Polat axaftina xwe bi Fransî û Kurdî kir, diyar kir ku ji heman malbatê 9 kes hatin qetilkirin, hovîtiya dewleta Tirk şermezar kir.
KOMKUJIYA SIVÎLAN NAYÊ QEBÛLKIRIN
Şahîn Polat banga dîrokî ya Rêber Apo ku di 27’ê Sibataê de hat kirin bi bîr xist û anî ziman ku nêzkatiya dewleta Tirk a li dijî bangê nayê qebûlkirin û got, “Em li ser navê CDK-F’ê vê komkujiyê şermezar dikin. Ev êrîşên ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hatine pêşxistin kêrî tu kesî nayê. Lê em ê li hemberî binpêkirina qanûn û rêgezên navneteweyî bêdeng nemînin. Komkujiya sivîlan nayê qebûlkirin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Tevî her tiştî jî em ê têkoşîna aştî û civaka demokratîk bi hev re bijîn.”
DEWLETA TIRK MÎNA KU TOLÊ JI KOBANÊ HILÎNE ÊRÎŞ DIKE
Piştre Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî, sersaxî ji gelê Kurd re xwest û dewleta Tirk a ku komkujî pêk aniye şermezar kir.
Zubeyde Zumrut bal kişand ser têkoşîna dîrokî ya Kobanê û wiha axivî: “Şevê din dîsa sivîl bûn hedef, zarok bûn hedef. Malbatek hat tinekirin. Ev birînek xedar e. Em kesên ku ev komkujî pêk anîne şermezar dikin. Her wiha em terorîstên cîhadîst ên ku komkujiya Elewiyan pêk anîn şermezar dikin. Kobanê li dijî DAIŞ’ê bedel û têkoşîneke mezin da. Kobanê bi saya têkoşîna xwe azad bû. Lê dewleta Tirk û AKP mîna ku tola xwe hilînin nêzî Kobanê dibin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê sazî û rêxistinên navneteweyî jî vê yekê qebûl nekin."
DIVÊ DEWLETA TIRK DEV JI OPERASYONAN BERDE
Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku divê ti hêz li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê deng nemînin û wiha domand: “Weke Tevgera Kurd a Ewropayê em ê têkoşîna demokratîk a li dijî van êrîş, tundî, komkujî û hedefgirtina destkeftiyan berfirehtir bikin. Di serdemeke wiha hestiyar de hêzên AKP’ê li dijî gelê Kurd tundiyê dimeşîne. Em banga Rêber Apo dîsa tînin bîra dewleta Tirk û daxwaz dikin ku demildest dest ji van operasyonan berde.”