Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AIHM) bi sedan kes li hev civiyan, komkujiya li Sûriyeyê ya li ser Elewiyan protesto kirin û daxuyaniyek hate dayîn. û
Daxuyaniya çapemeniyê bi pêşengtiya Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê hate lidarxistin û nûnerên DEM Partiyê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasborgê, hin rêxistinên civakî, komên aligir û Parlamenterê Tevgera Serhildêrên Fransî Emmanuel Fernantes beşdar bûn.
Di çalakiyê de tundiya sîstematîk û komkujiyên li ser Elewî, Kurd, Durzî û Xiristiyanên li Sûriyeyê bi zimanekî tun hatin şermezarkirin.
DI SÊ MEHÊN DAWÎN DE 7 HEZAR ELEWÎ HATIN QETILKIRIN
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Sûriyeyê di sê mehên dawîn de herî kêm 7 hezar Elewî bi êşkenceyê hatine qetilkirin , zêdetirî 40 hezar kes jî bi awayekî kêfî hatine revandin û jin bi destdirêjiyê re rû bi rû mane. Hate îfadekirin ku ev yek ‘’komkiyeke plankirî’’ ye. Her wiha hate diyarkirin ku komên weke HTŞ’ê yên cîhadîst di 6’ê Adarê de li hemberî Elewiyan cîhat îlan kiriye.
PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ YA JI BO HTŞ’Ê HATE ŞERMEZARKIRIN
Di çalakiyê de piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo HTŞ’ê hate şermezarkirin.Hate diyarkirin ku hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê û Serokê MIT’ê ya li gel serokê HTŞ’ê Ebu Muhammed el- Colanî di nava civaka Elewiyan de bûye sedema nîşandana nerazîbûnan û hate îfadekirin ku polîkaya Tirkiyeyê rê li ber tundiya li Sûriyeyê vedike û hiqûqa navneteweyî binpê dike.
BANGA LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ HATE KIRIN
Di daxuyaniyê de bi van daxwazan bang li civaka navneteweyî hate kirin:
-Naskirina HTŞ’ê ya weke rêxistineke terorê,
-Parastina kêmaniyên li Sûriyeyê ya ji aliyê hêzên navneteweyî ve,
-Avakirina komîsyoneke serbixwe,
-Darizandina sûcdaran ya li Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî,
-Bidawîkirina piştigiriya fînansî, leşkerî û siyasî ya ji bo HTŞ’ê.
BÊDENGIYA LI HEMBERÎ KOMKUJIYÊ HEVKARÎ YE
Dı daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêdengiya li hemberî komkujiyê tê wateya hevkariyê û hate bibîrxistin ku parastina mafên mirovan û rêgezên edaletê berpirsiyariya civaka navneteweyî ye. Hate destnîşankirin ku erka civaka navneteweyî ne muzakereya li gel kujeran e, darizandina wan e û bang li raya giştî ya cîhanî hate kirin ku li hemberî komkujiyên li Sûriyeyê bê deng nemîne.
Piştî daxuyaniyê dosyayeke têkildarî komkujiyan ji rayedarên AIHM’ê re hate teslîmkirin.