BI DÎMEN

Komkujiya Elewiyan li Brukselê hat şermezarkirin

Li dijî komkujiyên Elewiyên li Sûriyeyê li Brukselê çalakiya hevpar hat lidarxistin. Di çalakiyê de bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî dan û banga hevgirtin û têkoşînê hat kirin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiyên Elewiyan ên ji aliyê Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) a ku Sûriye dagir kiriye, li paytexta Belçîka Brukselê daxuyanî hat dayin.

Daxuyanî bi pêşengiya NAV-BEL, Halkevlerî, SKB, Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê û Komeleyên Elewiyên Awûstûryayê li qada Luksembûrg a ku Parlamentoya Ewropayê lê ye hat dayin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de pankartên bi zimanên Îngîlîzî, Fransî û Erebî hatin hilgirtin û daxwaza rawestandina komkujiyan hat kirin.

Orhan Kiliç li ser navê NAV-BEL'ê axivî û anî ziman ku Elewî li ber çavên hemû cîhanê hatin qetilkirin. Kiliç bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da û bang li her kesî kir ku li gel Elewiyan cih bigirin.

Piştre li ser navê Komeleyên Elewiyan ên Awûstûryayê Turgut Oker axivî. Oker bertek nîşanî komkujiya Elewiyan da û banga hevgirtin û berfirehkirina têkoşînê kir.

Li ser navê Halkevlerî ya Belçîkayê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst daxuyaniya hevpar hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku HTŞ jî mîna DAIŞ û El Qaîdeyê bi rêbazên dijmirovahî Elewiyan qetil kirin û wiha hat gotin, "Em bang li her kesî dikin ku ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bikevin nava liv û tevgerê."

Piştre li ser navê Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê jî daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî hat dayin û got: “Em jî daxwaz dikin ku demildest dev ji alikariya li komên terorîst berdin û divê li gorî hiqûqa navneteweyî bên cezakirin.”