Encamnameya konferansa navneteweyî ya bi sernavê "Şêx Seîd û Cemîyeta Azadî: Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf" ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuyên Kurd ên Elmanya û Belçîkayê ve li paytext Brukselê hate lidarxistin, hate eşkerekirin.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku cihê gora Şêx Seîd û 47 hevalên wî hîna nehatiye eşkerekirin û hate diyarkirin ku ev rewş ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo wîjdana mirovahiyê jî binpêkirinek mezin a maf e.
Di encamnameyê de wiha hate gotin:
Di konferansê de mijarên jêrîn bi berfirehî hatin nirxandin:
Çarçoveya dîrokî, sîyasî û civakî û sedemên serhildana 1925’an,
- Vîzyona sîyasî ya Cemiyeta Azadî û têkiliya wê bi serhildanê re,
- Tundiya ku di dema tepeserkirina serhildanê de hatiye bikaranîn û bandorên wê li ser roja îro,
- Pêvajoya darizandin û darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî,
- Bandorên vê serhildanê li ser tevgera neteweyî ya Kurd û bîra çandî,
- Bîranînên rêberên Kurd ên ku bêgor hatine hiştin û wateya wê ya roja îro.
Pêşkêşî û nîqaşên di konferansê de eşkere kirin ku serhildana 1925’an ne "bûyerek bû ku di demên berê de qewimî û bi dawî bû", lê meseleyeke rastî, bîr û edaletê bû ku îro bi awayên cuda berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin van çavdêrî û bangan bikin:
1- Rastiya ku gorên Şêx Seîd û 47 hevalên wî ji darvekirina wan ya sala 1925’an ve nehatine eşkerekirin, ne tenê ji bo malbatên wan û gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo hemî kesên xwedî wijdan û mafê mirovan ên gerdûnî neheqîyek cidî ye. Ji ber ku nebûna gorekê tê wateya tune hesibandina mirîyî. Nezanîna cihê cenazeyê kesekî rê li ber şîna civakî, yadkirin û bîranînê digire.
2- Ji ber vê yekê, nebûna gorekê ne tenê kêmasîyek fizîkî ye; ew di heman demê de rêyek e ji bo tepeserkirina bîranînê, kontrolkirina cîh û paşguhkirina mafê şîna kolektîf a gelî ye. Kesên ku bê gor dimînin, hewl tê dayîn ku ji dîrokê werin jêbirin û bêrûmetkirin da ku nasnameya kolektîf were jibîrkirin. Ji ber vê sedemê, di têkoşîna wan a ji bo edalet û naskirina dîrokî de, ev rewş hîn jî yek ji daxwazên herî bingehîn û lezgîn yên gelê Kurd in.
3- Tevî ku hemû agahîyên li ser vê gora komî di arşîvên dewletê de heye jî, rastîya ku heta niha tu daxuyanîyek fermî li ser nehatîye dayîn nîşan dide ku îradeya rûbirûbûna bi rabirdûyê û rastîyê re tune. Diyarkirina cihê gorê, destnîşankirina wê bi rêbazên zanistî û vegerandina cenazeyan bo malbatên wan berpirsyarîyên mirovî ne ku sed sal in nehatine bicîhanîn.
4- Ev praktîka bê gor hiştinê ne tenê bi Şêx Seîd û hevalên wî ve bi sînor e.
- Kesayetên ku di sala 1930’î de li Geliyê Zîlan û di sala 1935’an de li Sasonê hatin qetilkirin di gorên komî de hatin veşartin.
- Cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî, ku piştî Komkujîya Dêrsimê ya 1937’an hatin bidarvekirin, heta roja îro nehatine eşkerekirin.
- Ev sîyaseta bênîşankirin û jêbirina bîranînê wekî sîyasetek fermî di hemû serhildanên wê serdemê de hat bicîhanîn.
- Bi heman awayî, gora Bedîuzzeman Seîd-î Kurdî, ku di sala 1960’î de li sirgûnê jiyana xwe ji dest daye û ligel ku wesîyet kirîye ku li Bedlîsê were veşartin jî, winda ye.
5- Yek ji şertên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ji bo aşitiyê bi gelê Kurd re, rûbirûbûna bi pirsgirêkên bîranîn û rastîyê re ye. Veşartina goran, krîmînalîzekirina kesayetên dîrokî û bêrêzîya li hember bîranînên wan li pêşîya aştiyeke mayînde astengîyên cidî ne.
6- Ji ber van sedeman, em bang li Komara Tirkiyê û saziyên rayedar dikin ku gavên berbiçav ên jêrîn bavêjin:
- Cihên gorên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Seyit Abdulkadir Nehrî, Şêx Şerîf, Yusuf Zîya, Reşoyê Silo, Şêx Resûl, Biroyê Heskê Têlî, Şêx Zahir û Seîd-î Kurdî, kesayetên ku ji bo gelê Kurd nirxên mezin ê dîrokî, sîyasî, çandî û sembolîk in û heval û şopdarên wan yên ku bi wan re jîyana xwe ji dest dane eşkere bikin; cenazeyan vegerînin bo malbatên wan, rê li ber rûbirûbûna civakî vekin; dawî li êrîş, bêrêzî û nêzîkatîyên înkarker yên li hemberî bîranîna van kesan bînin.
- Dev ji gotinên dijminane yên li hember van kesayetan yên di diroka fermî û pergala perwerdehiyê de berdin. Ji bo ku heqîqet derbikeve holê divê hemû arşîvên xwe ji raya giştî re vebikin.
- Mekanîzmayên rûbirûbûna bi êşa rabirdûyê re saz bikin, rastiyê eşkere bikin, edaletê pêk bînin, wijdanan rehet bikin û aştîya civakî gengaz bikin.
7- Eve sed sal in ku sîyaseta inkar, îmha, sêdare û tasfiyeyê berdewam e. Piraniya serhildanên Kurdan bi dadgeh û sêdareyan re rûbirû mane. Serhildana dawîn a Kurdan a di bin pêşengtîya Birêz Abdullah Ocalan de ku eve 52 sal in berdewam dike, niha li ser maseya muzakereyê ye. Bi vê munasebetê em bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin ku dawî li siyaseta înkarê bînin, dev ji îmha û tasfiyeyê berdin, maf û rastiya gelê Kurd nas bikin.
Aşitî ne tenê bi bêdengkirina çekan mimkun e; lê di heman demê de bi dayina mafê zindiyan, dîtina cihekî ji bo miriyan, naskirina bîranînên wan, dayina mafê wan û rûbirûbûneke bingehîn bi rastiya rabirdûyê re mimkûn e.
Gorên wendakirî yên Şêx Seîd û hevalên wî di rastîyê de kurteya bîr û dîroka Kurdan e ku ev 100 sal in hewl didin bidin jibîrkirin û wenda kirin. Lê belê, her çend gor û cenaze winda bibin jî, bîr ranaweste; dîrok were veşartin jî daxwaz û têkoşîna ji bo edaletê berdewam dike.
Piştî ku encamname bi Kurdî û Tirkî hate xwendin, têkildarî encamên konferansê pêşniyar hatin girtin.
BANGA TEVLÎBÛNA MÎTÎNGA KOLNÊ HAT KIRIN
Piştre li ser navê komîteya amadekar Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Şevket Çakir axaftina spasiyê kir û derbarê aliyên dîrokî û heyî ya mijarên li konferansê hatin nîqaşkirin, nirxandin kir. Çakir banga tevlîbûna mîtînga mezin kir ku wê di 100’emîn salvegera berxwedana 1925’an ku bi pêşengiya Şêx Seîd pêş ket de 29’ê Hezîranê li bajarê Koln ê Almanyayê were lidarxistin