NÛ BÛ

Ji Ewropayê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

Bi boneya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya Ji bo Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî li Bruksel û Londonê azadiya girtiyên siyasî hate daxwazkirin.

Bi boneya 18’ê Adarê Roja Piştevaniya Ji Bo Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî li paytexta Belçîka Brukselê û paytexta Îngilîstanê Londonê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengtiya Platforma Dengê Girtiyan, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîkayê, Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê û Înîsiyatîfa Komuna Şoreşger û Demokratîk a Ewropayê çalakiyek hate lidarxistin.

Girseya ku li Place de la Monnaieyê li hev kom bû, pankarta bi nivîsa “Werin Em Piştevaniya Ji Bo Girtiyên Siyasî Mezin Bikin” vekir.

Daxuyaniya hevpar ya bi zimanê Fransî ji aliyê Arîfe Soysuren ve û ya bi Îngilîzî jî ji aliyê Orhan Kiliç ve hate xwendin.

Saziyan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser şerê hêzên emperyalîst ê parvekirinê û diyar kirin ku girtîgeh bi şervanên azadiyê yên daxwaza cîhaneke azad dikin tije ne. Saziyan bal kişand ser binpêkirinên peymanên navneteweyî, hiqûqê û tecrîda li girtîgehan.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em Roja Piştevaniya Ji Bo Girtiyan silav dikin. Em diyar dikin ku em ê piştevaniya ji bo girtiyên siyasî, têkoşîna wan û mezin bikin û bibin dengê wan. Em bang li hemû şoreşger û hêzên antîfaşîst dikin ku li girtiyên siyasî xwedî derkevin.”

LONDON

Bi boneya roja berbehs li paytexta Îngilîstanê Londonê jî ji aliyê Platforma Dengê Girtiyan û rêxistina ciwanên sosyalîst Younh Struggleyê ve û du çalakî hatin lidarxistin.

Di 16’ê Adarê de li Gik-Der’a girêdayî AVEG-KON’ê maseya bi navê “Tu jî ji girtiyên siyasî re qertekê bişîne” hate danîn. Tevahiya rojê têkildarî girtiyên siyasî û tecrîdê girse hate agahdarkirin û qert hatin nivîsandin. Di dawiya çalakiyê de qertên hatin amadekirin ji girtiyan re hatin şandin.

Îro jî ji aliyê Platforma Dengê Girtiyan û rêxistina ciwanên sosyalîst Younh Struggleyê ve çalakiyek hate lidarxistin û ev yek hatin îfadekirin: “Dewleta faşîst a ku li Tirkiyeyê hejmara girtîgehan tim zêde dike, li girtîgehên ku kapasîteya wan 301 hezar e ji Sibata 2025’an ve ye 392 hezar girtiyan digire û deh hezaran van kesan girtiyên siyasî ne. Tedawiya nêzîkî 2 hezar girtiyan tê astengkirin. Girtiyên siyasî yên înfaza xwe temam kirine nayên tehliyekirin û bi tundiya fîzîkî, lêgerîna tazî û qedexeyên ragihandinê hewl dide îradeya wan bişkîne. Dewleta Tirk bi girtina rêxistin û kesên piştgiriyê didin girtiyên siyasî, hewl dide ji piştevaniya ji bo girtiyan re bibe asteng.

Girtiyên siyasî, li her derê tevî hemû şert û mercên girtîgehan jî ji bo jiyaneke azad û wekhev berxwedana xwe didomînin.

Weke TSP’ê em 18’ê Adarê Roja Piştevaniya Li Gel Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî ku salvegera Komuna Parîsê ya 1871’an e silav dikin. Em diyar dikin ku em ê piştevaniya ji bo girtiyên siyasî zêde bikin, bibin dengê wan û ji bo azadiya wan li ber xwe bidin. Bang li her kesî dikin ku xwedî ki girtiyên siyasî derkevin.”

BASEL

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-Bl), Partîzan, Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Zora, Helwesta Şoreşger a Proleter (PDD) û Platforma Biratiya Gelan a Yekîtiya Karkeran (Bîr-Kar) li qada Clara ya Basel ê Swîsreyê, hatin ba hev. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên ji bo azadiya girtiyên siyasî hatin berzkirin. Enternasyonalîst Sylvia Mayer daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dema ku hêzên faşîst tên desthilatdariyê êrîşên li ser têkoşeran zêdetir dibe. Ji ber vê yekê girtîgeh bi şervanên azadiyê tije dibin. Mafên mirovan

û peymanên navneteweyî tên binpêkirin. Her wiha ji bo têkoşîna azadiyê ya girtiyên siyasî asteng bikin wan dersînor dikin. Cezayê giran li wan dibirin, tecrîd dikin, berdana wan asteng dikin, bi êşkenceyê wan qetil dikin û ji mafan bêpar tên hiştin.”

Di daxuyaniyê de li ser rewşa girtîgehên Tirkiyeyê ev agahî hatin parvekirin: “Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî yên ku cezayên wan diqede nayên berdan. Nêzî 2000 girtiyên nexweş nayên dermankirin. Tirkiye hewl dide bi tundiya fîzîkî, lêgerîna tazî, tundiya zayendî, qedexekirina hevdîtinê vîna girtiyên siyasî bişkîne. Dewleta Tirk kes û rêxistinên ku hevgirtina girtiyên siyasî dikin, digire û hewl dide hevgirtina bi wan re têk bibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê hevgirtina bi girtiyên siyasî re û têkoşîna ji bo azadiya wan wê bidome.