Ciwanan li Londonê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Brîtanyayê (TCŞ) û TekoJIN’ê li Leicester Square ku qada herî qelebalix ê Londonê ye, li hev civiyan û azadiya Rêber Apo xwestin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Brîtanyayê (TCŞ) û TekoJIN’ê di çarçoveya pêngava azadiyê de li Leicester Square ku qada herî qelebalix ê Londonê ye, li hev civiyan û çalakî lidarxsitin.

Ciwanên ku Newroza Rêber Apo bi gerandina govendê pîroz kirin, tim û tim bi Kurdî û Ingilîzî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Em fedaiyên Rêbertiyê ne” û “Em di aşitiyê de jî di şer de jî bi te re ne Rêber Apo” berz kirin.

Eleqeyekî mezin nîşanî ciwanên ku li qadê govendê gerandin hat nîşandan û kesên li qadê jî bi ciwanan re govendê gerandin.

Li vir ji aliyê Axîn Sîpan ve daxuyanî hate dayîn. Sîpan diyar kir ku Rêber Apo lîderekî ku li seranserê cîhanê ji aliyê mîlyonan Kurd ve wekî îrade hatiye qebûlkirin.

Axîn Sîpan got ku ew wekî tevgera ciwanan Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wekî rêya têkoşînê ya serdema nû dibînin û wiha got: “Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo biqîrin. Û divê dewleta Tirk bizanibe ku sedema me ya jiyan, aştî û şer Rêber Apo ye.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan li gel stranên ku ji bo Rêber Apo hatine nivîsandin, govendê gerandin.