Li Draguignanê qurbaniyên komkujiya Helebceyê hatin bîranîn

Li bajarê Draguignan ê Fransayê, şehîdên Komkujiya Helebceyê û Kurdistanê hatin bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, di axaftinan de bîlançoya êrişên qirkirinê yên rejîma Saddam Huseyîn hate bibîrxistin ku li dijî Kurdan bi navê 'Enfalê' hate kirin.

Hate ragihandin ku di navbera salên 1986 û 1989'an de di van êrîşan de nêzî 200 hezar Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran gund hatin şewitandin û bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûn.

Di bîranînê de hate ragihandin ku êrîşa kîmyewî ya 16'ê Adara 1988'an a li Helebceyê yek ji komkujiyên sivîl ên herî giran ên dîroka mirovahiyê ye.

Hate destnîşankirin ku ji bo trajediyên bi heman rengî rû nede divê Kurd bibin yek.

Di çalakiyê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî hate nirxandin û hate destnîşankirin ku divê ev pêvajo baş bê fêhmkirin.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser Helebceyê hate nîşandan û bîranîn bi dirûşmên "Şehîdên Helebceyê namirin", "Şehîd rûmeta me ne" û "Bimire faşîzm" qediya.