Li Elmanyayê civînên gel hatin lidarxistin

Li bajarên Stuttgart, Freiburg û Lahr ên Elmanyayê li ser bingeha "Banga Aşitî û Demokrasiyê ya Rêber Apo" civînên gel hatin lidarxistin.

Li bajarên Stuttgart, Freiburg û Lahr ên Elmanyayê li ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo civînên gel hatin lidarxistin. Siyasetmedar Necdet Atalay tevlî civîna li Lahrê û siyasetmedat Sultan Oger jî tevlî civîna li Freiburgê bû.

Hevdîtin bi boneya salvegera 37’emîn a Komkujiya Helebceyê ji bo Şehîdên Helebceyê bi deqîqeyekî rêzgirtinê dest pê kirin. Di hevdîtinan de li ser esasên banga Rêber Apo nirxandinên berfireh hatin kirin.

Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku Tevgera Azadiya Kurd wekî dîrokî erka xwe pêk aniye, bi guhertin û veguhertina ku wê bi bangê re pêş bikeve, têkoşîn gihiştiye astekî nû.

STUTTGART

Li Stuttgartê jî ji aliyê FED-GEL û Meclîsa Gel a Kurd a Stuttgartê ve civîna gel hate lidarxistin. Dîroknas û Nivîskar Mehmet Bayrak weke axiver tevlî bû.

Hevdîtin ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di hevdîtinê de îşaret bi komkujiyên wekî Helebce, Mereş, Çorum û Roboskî hat kirin ku şop di dîrokê de hiştine. Her wiha zextên li ser Elewiyên li Sûriyeyê û Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Yek ji xalên girîng ê hevdîtinê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" bû. Beşdaran girîngiya bangê nirxandin.

Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.