Komelaya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li hemberî êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Berxbotan ê Kobanê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya KOMAW’ê wiha ye:
“Li dijî gundê Berxbotan ê Kobanê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve êrîşeke SÎHA’yan pêk hat û di encama êrîşê de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatin qetilkirin. Hedefgirtina malbateke ku ji dayik, bav û zarokan pêk tê, bi ti awayî nayê qebûlkirin û rûyê hov ê şerî careke din xwe nîşan daye.
Berpirsiyarên vê êrîşê, polîtîkayên dewleta Tirk in ku ti nirxên mirovî û hiqûqî nas nakin û welatiyên sivîl hedef digirin. Di serdemeke wiha de ku aşitî di rojevê de ye, pêkanîna komkujiyeke wiha ya hovane bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Em weke Komeleya Malbatên Şehîdan vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin, dibêjin ku divê sûcdar werin darizandin û bang li hemû rêxistinên mafparêz û kesên xwedîwijdan dikin ku li hemberî hovîtiyê dengê xwe bilind bikin.”