Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin

Li bajarên Aydin, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê şewat derketin. Xebatên ji bo vemirandina şewatan ji hewayî û bejahî ve dewam dikin.

Li bajarên Aydin, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê şewat derketin. Şewata ku li navçeya Bodrûm a Muglayê derketibû hate kontrolkirin. 

 AYDIN 

Li Taxa Kirksakallar a navçeya Çîne ya Aydinê şewat derket. Şewat, ji ber sedemeke nediyar baxçeyên darzeytûnan derket û midaxile lê hate kirin. 

KUTAHYA

Li bajarokê Yenîkent ê navçeya Gedîz a Kutahyayê jî şewat derket û ji ber bandora bayê şewat li daristanê belav bû. Midaxileya ji vemirandina şewatê didome û ji bo jîngeh ji şewatê bandor nebin tevdîr hatin girtin.

ÎZMÎR

Li Taxa Îldir a navçeya Çeşme ya Îzmîrê şewat bi mêrgê ket. Şewata ku ji ber bandora bayê belav bû, welatiyan bi derfetên xwe ve midaxile lê kir. Midexileya tefandinê didome. 

DI ŞEWATA BODRÛMÊ DE 2 DONIMÊN ERD ŞEWITÎN

Li navçeya Bodrûm a Mûglayê jî şewata ku derket li zeviyên çandiniyê belav bû û di nava saetekî de hate kontrolkirin. Di şewatê de 2 donimên erd zirar dît, xebatên hênikkirina herêmê didomin. 

Têkildarî derketina şewatê lêpirsîn hate destpêkirin.