Li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê di çarçoveya 58’emîn Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a NY’ê de ji aliyê Tevgera Dostaniya Gelan a li hemberî Nijadperestiyê (MRAP) û Yekîtiya Parêzerên Demokrat a Navneteweyî (IADL) ve paneleke bi navê “Li Tirkiyeyê Mafên Mirovan: Weke Awayekî Êşkenceyê Girtinê Kêfî” hate lidarxistin.
Di panelê de di serî de gelê Kurd, binpêkirinên mafan ên ku muxalîf li Tirkiyeyê rû bi rû dimînin hatin nirxandin. Her wiha banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” hate nîqaşkirin.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn û parlamenterê HDP’ê yê berê Hişyar Ozsoy weke axêver beşdarî panelê bûn.
Konferans bi moderatoriya Nûnerê Daîmî yê MRAP’ê hate lidarxistin û Endamê KNK’ê Adem Ûzûn axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan û poltîkayên înkarê yên gelê Kurd ji berê heya niha rû bi rû mane û têkildarî giringiya banga Rêber Apo ya dîrokî pêşkêşiyek kir.
ADEM ÛZÛN:TÊKOŞÎNA GELÊ KURD LI HEMBERÎ ÎNKARÊ AVA BÛYE
Ûzûn diyar kir ku di bingeha pirsgirêka Kurd de meseleya înkarê heye û got: “Dewleta Tirk, girêdayî yek netew, yek dewlet û yek alê ava bûye û bi tinehesibandina netew û kêmaniyên din hebûna xwe parastiye. Makeqanûneke ku xwe dispêre vê yekperstiyê derxistin, girêdayî vê yekê hiqûq ava kirin û li ser vê yekperestiyê stratejiyek ava kirin. Di çarçoveya vê yekperestiyê de, gel bi bişaftin û înkarê re rû bi rû hiştin. Gelê Kurd ê ku di avabûna Tirkiyeyê xwedî roleke girîng e, di demê re bi makeqanûnên hatine derxistin re bi temamî tine hate hesibandin.”
Adem Ûzun bi bîr xist ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên înkarê yên dewleta Tirk tim li ber xwe daye û wiha got: “Kurdan tim li ber xwe da. Mezintirîn tevgera vê berxwedanê PKK ye. Yanî di encama polîtîkayên zext, înkar û tinekirinê PKK ava bû. Têkoşîneke mezin hate meşandin û rûyê dewleta Tirk ê rastîn hate eşkerekirin. Hebûna gelê Kurd li seranserê cîhanê da qebûlkirin. Ji ber vê yekê têkoşîna PKK’ê ya çekdarî ji aliyê parastina hebûna gelê Kurd ve gelekî girîng e.”
‘KURD TIM ALÎGIRÊN ÇARESERIYA SIYASÎ NE’
Ûzûn diyar kir ku dema ku PKK’ê têkoşîna çekdarî bi rê ve dibir, tim aligirê çareseriya bi rêyên demokratîk bû, lê belê hemû caran li hemberî xwe muxatabekî siyasî nedidît û wiha pê de çû: “Pirsgirêk înkar e, demokrasî ye, siyasî ye, civakî ye, aborî ye û dîrokî ye. Kurdan hemû caran aniye ziman ku ew amade ne li gel hemû kesên ku vê pisgirêkê nas dikin re serî li çareseriya demokratîk bidin. Heya niha ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi rêyên demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocan û PKK’ê gelek caran hewl hatine dayîn. Lê belê ev hewldan hemû caran ji ber helwesta dewletê hatin texilîn. Tirkiyeyê li şûna demokrasiyê tim serî li şerî da. Di vî şerî de hêzên navneteweyî û NATO bi kar anîn. Ev hêzên ku piştgirî dane vê siyaseta Tirkiyeyê, serî li krîmînalîzekirina gelê Kurd û pênasekirina wan a weke terorê dan. Di kûrbûna vî şerî de helwest û berpirsiyariyan van hêzan jî gelekî mezin e.”
‘NABE KU JI DAXWAZÊN ÇARESERIYÊ RE BI ŞERÎ BERSIV WERE DAYÎN’
Adem Ûzûn anî ziman ku girêdayî pêvajoya heyî li Rojhilata Navîn hevsengî guherîne û di nava van hevsengiyê guherîne de şêrê li dijî gelê Kurd dê êdî bide windakirin û ji ber wê yekê serî li çareseriyeke nû hatiye dayîn û got: “Banga çareseriyê ya ji aliyê dewletê ve bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dayîn, bangeke wisa ye ku qebûl dike qanûna bingehîn a heyî ne demokratîk e. Birêz Ocalan bersiv da vê bangê û di 27’ê Sibatê de bi banga xwe ya dîrokî ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi rêyên demokratîk helwestek nîşan da. Ev ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê ji bo pêşeroja gelên li herêmê jî gelekî girîng e. Çareseriyeke girêdayî banga Birêz Ocalan dê di çarçoveya berjewendiyên her kesî de be. Piştî banga dîrokî, PKK’ê daxuyaniyek da agirbesteke yekalî îlan kir. Diyar kir ku ji bo pêkhatina banga Birêz Ocalan, divê agirbestek were îlankirin û şer were sekinandin. Tevî ku bi ser bangê de dem derbas bûye jî dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne.”
'DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSYARIYÊ BIGIRE SER XWE'
Adem Ûzûn anî ziman ku divê ev firsenda dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dayîn neyê windakirin. Adem Ûzûn bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo serketina vê pêvajoyê berpirsyariyê bigirin ser xwe. Adem Ûzûn wiha domand: “Ji bo pêvajo bi ser bikeve divê şert û mercên siyasî û hiqûqî pêk bên. Dewleta Tirk bi xwe pêvajoyek wisa dixwest û divê wê demê berpirsyariya ku dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û şert û mercên ku bikaribe bi awayeke azad kar bike bên afirandin. Nêzîkatiya Ewropayê ya li hemberî pêvajoyên berê her tim neyînî bû. Wan niha piştgirî dan vê banga dawî. Helwesta ku wan nîşan dan ji bo me girîng e. Niha jî divê zêdetir zextê li Tirkiyeyê bikin. Aştiya ku wê bê avakirin hem ji bo aramiya Tirkiyeyê hem jî ji bo herêmê pir girîng e. Divê hem Ewropa û hem jî Neteweyên Yekbûyî di vê pêvajoyê de berpirsyariyê bigirin ser milê xwe û erkên xwe bi cih bînin.”
HIŞYAR OZSOY: HIQÛQ KIRINE AMÛRA ÇEWISANDINA MÛXALEFETÊ
Piştî siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn, parlamenterê berê yê HDP'ê Hişyar Ozsoy axivî û li ser demê, binçavkirinên keyfî, girtinên demdirêj û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê agahî da.
Ozsoy diyar kir ku sîstema hiqûqî ya li Tirkiyeyê veguheriye amûreke çwisandina mûxalefetê û wiha got: “Ji damezrandina komarê heta niha dadgeh hem li dijî Kurdan û hem jî li dijî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê tên bikaranîn. Bi taybet AKP û hevkarên wê yên ku hewldana darbeyê ya 2016’an veguherand firsendekê li ser HDP’ê, civaka demokratîk û sivîl teror meşand û weke amûreke siyasî bi kar anî. Ev pêkanîn îro jî didomin.”
'TEVÎ DAXWAZAN JÎ SERERASTKIRIN PÊK NEHAT’
Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gelek pêvajo hatine pêşxistin û wiha pêde çû: “Tirkiye ji sala 2017’an ve di pêvajoya şopandina Konseya Ewropayê de ye. Lê tevî hemû hewldanan jî li Tirkiyeyê ti pêşketin çênebû. Di warê demokratîkbûyîna hiqûqê û azadiyê de pêşketin çênebûye. Berevajî vê, weke rêveberiyeke zordar timî dadgehan li dijî mûxalefet û Kurdan bi kar aniye û hîn jî bi kar tîne.”
'HER TIŞT DI ÇARÇOVEYA PIRSGIRÊKA KURD DE DIQEWIMIN’
Ozsoy bi bîr xist ku li Tirkiyeyê nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tên kirin û got: “Eger pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin û di vî warî de pêşketin çêbibin, binçavkirinên keyfî û girtinên demdirêj jî nav de wê binpêkirinên mafên mirovan kêm bibe. Li Tirkiyeyê her tişt di çarçoveya pirsgirêka Kurd de diqewimin. Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan a li dijî mûxalefeta ku hikûmetê rexne dike, tên rewakirin.”
‘EGER PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE WÊ DEMOKRATÎKBÛN PÊK BÊ’
Hişyar Ozsoy bilêv kir ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala berpirsyariya wê girtiye ser xwe ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelekî girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, jixwe di vê mijarê de înîsiyatîfa Birêz Ocalan û pêvajoyeke siyasî heye. Eger di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêşketinek çêbibe, bi awayekî xwezayî ji bo binpêkirinên mafên mirovan ti hincet nemîne. Bi taybetî ger qanûna têkoşîna li dijî terorê bê guhertin, qada demokratîk bê pêşxistin wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hawirdorek bê avakirin. Wê demê dibe ku di mijara binpêkirina mafên mirovan de kabîneya Tirkiyeyê jî sererast bibe. Wê demê dibe ku di aliyê mafan ên gelê Kurd û hemû derdorên ku têkoşîna demokratîk û siyasî dimeşînin sererastkirinek çêbibe. Ev yek bi temamî girêdayî çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd e.”