Banga ji bo Newroza li Parîsê: Em bi hev re peyameke xurt bidin
Zubeyde Zumrut anî ziman ku wê Newroza 2025'an li ser bingeha manîfestoya Rêber Apo û azadiya fîzî ya Rêber Apo pêşwazî bikin û banga tevlîbûna li Newrozê kir.
Zubeyde Zumrut anî ziman ku wê Newroza 2025'an li ser bingeha manîfestoya Rêber Apo û azadiya fîzî ya Rêber Apo pêşwazî bikin û banga tevlîbûna li Newrozê kir.
Beriya pîrozbahiya Newrozê ya 22'ê Adarê ya li banliyoya Villiers le Bel a li Parîsê, Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E) banga tevlîbûnê li gelê Kurd û dostan kir.
Hevserokên CDK-F'yê Xanê Akdogan û Şahîn Polat diyar kir ku ji bo 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' veguhere pêvajoyeke çareseriyê şert e ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.
Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut jî bi bîr xist ku Newroza 2025'an wê li Ewropayê li zêdeyî 100 deveran bê pîrozkirin û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî Newrozê bibe. Newroza îsal li ser bingeha pêşwazîkirina manîfestoya Rêber Apo û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Newroza îsal ji bo paşeroja jinên Kurd, ji bo paşeroja zarokan e. Ji ber vê yekê jî ji bo me girîng e ku li Parîsê li navendekê bê pîrozkirin. Ji bo xwedîderketina li mîrateya Sakîne ji 7 heta 70 salî em bi rengê xwe, bi coşa 8'ê Adarê Newroza 2025'an pêşwazî bikin. Li kîjan bajarî, li kîjan welatî dibin bila bibin em dakevin qadan û bibêjin 'Em bi daxuyaniya Rêber Apo re ne'. Em bi hev re peyameke xurt bidin."