Li Pakîstanê hejmara miriyên lehiyê gihişt 64 kesan

Li seranserê Pakîstanê di nava heftiyekê de jiber lehîya nişkê ve hejmarek avahî hilweşiyan û piraniya wan zarok, herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Eyaleta Hayber-Pahtunkhwa ku cîhê herî zêde ji lehiyê bandor girtiye, 23 kesan li wê eyaletê jiyana xwe ji dest dane û ji van 10 kes zarok in.

Li nêzî çemê Newala Swatê 14 kes ketine ber lehiyê û jiyana xwe ji dest dane. Li Eyaleta Penjabê jî 11 jê zarok 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.  

Sedemên mirinan piranî jiber hilweşîna banên avahiyan û hilweşîna dîwaran pêk hatiye.

Li seranserê welat 117 kes birîndar bûn. Ajansa Netewî a Meteorolojîyê diyar kir ku baranên bi hêz û lehî dê heya dawiya heftiyê berdevam bike û banga hişyariyê kir.

Pakîstan di 2022’an de jî rastî lehîyek mezin hatibû û ji 3 paran parek erdnîgariya wê ji vê lehîyê weran bûbû û 33 mîlyon mirov bandor bibûn. Di encama wê lehiyê de 1700 kesan jiyana xwe ji dest dabû û piranîya berhemên çandiniyê winda bûbû.

Îsal jî welat bi bûyerên avhewa rûbirû maye. Di encama bahoza meha Gulanê de 32 kesan canê xwe ji dest da û 150 kes jî birîndar bûn.

Li Başûrê Asyayê di navbera Hezîran û Îlonê de baranên ku bi wek Muson tên bi nav kirin, rûdidin. Her çîqas ev baran ji bo çandiniyê girîng be jî, bi guhartina avhewayê zêdebûna hêza baranê dibe sedema lehîyan û ev jî bo mirinan û ziyanên madî rê vedike.

Felaketa herî dawî ya li Pakîstanê, bandora krîza avhewayê li ser welatên feqîr û belangaz carek din raxist ber çavan.