KCDK-E'yê ji bo şermezarkirina komkujiya Kobanê bang kir
KCDK-E'yê bang kir ku li dijî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê kir, li her derê çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin.
KCDK-E'yê bang kir ku li dijî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê kir, li her derê çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek da û got, "Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê komkujî kir. Dewleta Tirk a dagirker û qirker, li gundê Berxbotanê yê Kobanê malbatek qetil kir. Bi SÎHA'yan nîvê şevê dayik, bav û 7 zarok qetil kir.
Li dijî vê komkujiya li hemberî gelê sivîl em bang li gelê xwe dikin ku li her derê çalakiyên şermezarkirinê lidar bixe."