KCDK-E: Me Helebce, Qamişlo û Gaziyê ji bîr nekir û nedin jibîrkirin

KCDK-E’yê şehîdên Komkujiya Helebce, Qamişlo û Gaziyê bi bîr anî û got: "Em ê bêhtir xwedî li ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo derbikevin û ji bo jiyaneke azad û aştiyê têbikoşin.”

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya salvegera komkujiyên Helebce, Qamişlo û Gaziyê peyamek weşand.

Peyama KCDK-E’yê wiha ye:

“Adar meha komkujî û berxwedana gelê Kurdistanê ye. Mêtinger ji bo têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd bi polîtîkayên komkujî û qirkirinê têk bibin, serî li her cure hovîtiyê dane û gelê Kurdistanê jî bi berxwedan û têkoşînê nirxên xwe parastiye.

Dîktator Seddam di sala 1988’an de li Helebceyê 5 hezar gelê me bi gaza kîmyewî û xerdelê qetil kir, dewleta Tirk di 12’ê Adara 1995’an de li Stenbolê Komkujiya Gaziyê pêk anî û di 12’ê Adara 2004’an de jî rejîma Sûriyeyê bi derxistina nakokiyên di navbera Kurd û Ereban de komkujî pêk anî. Bi van polîtîkayên komkujî û dagirkeriyê nikarîbûn pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bigirin.

Çawa ku berpirsyarên komkujiyên Helebce û Qamişloyê winda kirin, dewleta Tirk jî li pêşberî têkoşîna azadiyê ya gelê me winda dike û krîzên mezin dijî.

Dîrokê careke din nîşan daye ku têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bi rêbazên zext û tundiyê nayê rawestandin. Çekên kîmyewî, biyolojîk û konvansîyonel bikarbînin jî dîsa nikarin têkoşîna demokrasî û azadiyê asteng bikin. Têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo azadî û wekheviyê wê bigihêje encama ku heq dike.

Em vê komkujiya ku 37 sal berê ji aliyê rejîma zalim a Seddam ve hat kirin bi kîn û nefret şermezar dikin û kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ji bo gelê Kurd bi komkujiyên nû re rû bi rû nemîne, divê heta dawiyê meşa xwe ya ber bi azadî û civaka demokratîk ve bidomîne û her tim li hemberî desthilatdariyên zalim xwe biparêze.

Bi vê boneyê em ê têkoşîna xwe bi pêş bixin û hîn bêhtir xwedî li ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo derkevin û vê herêmê veguherînin qadên ku di nava aştî û azadiyê de bijîn.

Weke KCDK-E’yê banga me li gelê Kurdistanê ew e ku li dijî êrîşên komkujî û qirkirinê erka xwe ya wijdanî û exlaqî li her derê pêk bînin û daxwaza şehîdan a azadiya gelê me misoger bikin.”