EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji bo Meşa Dirêj a ji Heilbronn heta Strasbourgê hindik ma
Çend saet beriya destpêkirina Meşa Dirêj a ji Heilbronnê heta Strasbourgê, Komîteya Amadekar bang li ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li Ewropayê kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyê bibin. -
Li dijî Komploya Navneteweyî meşa dirêj a ji bo du rojan
Meclîsên Gel a Kurd ên Bremen û Oldenburgê li dijî Komploya Navneteweyî meşa dirêj a ji bo du rojan lidarxistin. -
KOMAW’ê banga beşdarbûna mîtînga Strasbourgê kir
KOMAW ragihand ku bi taybetî malbatên şehîdan divê her kes li dijî zilma li Îmraliyê li Strasbourgê bên ba hev û têkoşînê mezin bikin. -
Komploya Navneteweyî li Kielê hat şermezarkirin
Bi wesîleya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li Kielê meşek hate lidarxistin. Di meşê de hêzên komploger hatin şermezarkirin û daxuyaniyên piştgiriyê ya ji bo pêvajoya Rêber Apo pêş xistiye, hatin dayîn. -
Şehîd Arjîn Kobanê û Saliha Viyan li Vienneseyê hatin bibîranîn
Şehîd Arjîn Kobanê û Salîha Viyan li Vienneseyê bi çalakiyekî hatin bibîranîn. Bavê şehîd Arjîn, Şevket Kobanê bi rêya înterentê beşdarî bîranînê bû û got: “Arjîn, li Bendava Tişrînê bedena xwe li hemberî çeteyên cîhadîst kir mertal û Kurdistanê parast.” -
'Werin em bi hev re 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê'
Meşvanên Meşa Dirêj ku li Chaunyê bi Kurdistaniyan re meşiyan, banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a Strasbourgê kirin û gotin, “Werin em bi hev re 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê.” -
Şehîd Şiyar Bozan û Dilgeş Çiya li Aachenê hatin bibîranîn
Şehîdên YAT’ê Dilgeş Çiya (Îvan Kurdî) û Şerger (Şiyar Bozan) li Aachenê hatin bibîranîn. -
Qurbaniyên erdheja 2023’yan hatin bîranîn
Bi boneya salvegera erdhejên Mereşê yên sala 2023’yan li Rheinfeldenê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bal kişandin ser hevgirtin, yekîtî, piştgirî û rêxistinbûnê. -
Meşvanên Meşa Dirêj: 15’ê Sibata îsal wê bibe destpêka rojên ronî
Meşvanên Meşa Dirêj roja 18’an bi gelê Amiensê re derbas kirin. Meşvanan banga beşdarbûna çalakiya mezin a ku di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin kirin û gotin: "15’ê Sibata îsal wê bibe destpêka rojên ronî.” -
Daxuyaniya Dadgeha Gelan a Rojava: Dewleta Tirk sûcê şer û mirovahiyê dike
Li Dadgeha Gelan a Rojava heyeta dadgehê ku beriya biryarê daxuyaniya destpêkê da, ragihand ku dewleta Tirk bi armanca qirkirinê bi awayekî sîstematîk sûcên şer û mirovahiyê pêk tîne. Dadgehê bang li civaka navneteweyî jî kir ku bikevin nava tevgerê. -
Meşa Dirêj kete roja 17’yan: Li Lilleyê xeleka azadiyê hate avakirin
Meşvanên Meşa Dirêj di roja 17’yan a çalakiya xwe de ‘xeleka azadiyê’ ava kirin û gotin ku me di qonaxa yekemîn a pêngavê de hinekê jî be tecrîd şikand; em ê di qonaxa duyemîn de azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe dabîn bikin. -
‘Rayedarên dewleta Tirk divê ji ber sûcên şer û mirovahiyê bên darizandin’
Dozgerên li Dadgeha Gelan a Rojava xwestin ku rayedarên dewleta Tirk ji ber sûcên şer û mirovahiyê bên cezakirin. Dadgehê ku biryara xwe piştre ragihîne, ji bo ragihandina nêrîna xwe ya pêş saetek navber da rûniştinê. -
Dewleta Tirk li Rojava bi awayekî qestî rojnamevanan hedef digire
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan li Dadgeha Rojava ya Gelên Payîdar tên darizandin. Rojnamevan Chris den Hond got: ‘’Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk û qestî êrîşî rojnamevanan dike.’’ -
Dostên Kurdan ên Arjantînê piştgirî dan berxwedana gelê Kurd
Dostên gelê Kurd ên li Arjantînê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û piştgiriya bi gelê Kurd re çalakiyek li dar xistin. -
Dadgeha Gelan a Rojava di roja duyemîn de ye
Dadgeha Gelan a Rojava ku ji bo darizandina sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin, li paytexta Belçîka Brukselê di roja duyemîn de ye. -
'NY’ê bêdeng e, Tirkiye êrîş dike: Li Rojava sûcên şer hene
Parêzer Menzione, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li hemberî gelê sivîl ê li Rojava re Peymanên Cenevreyê binpê kiriye û got, "Bi hedefgirtina sivîlan û cih û warên sivîlan re sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin." -
Peyama 15'ê Sibatê: Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin
Nîlufer Koç anî ziman ku dem hatiye Rêber Apo bi rengekî fîzîkî azad bibe û got, peyama çalakiya 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê wê bi vî rengî be, "Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin". -
Li Kolnê çalakiya “Bila Ecevît Pîroglû serbest bê berdan“ hat lidarxistin
Ecevît Pîroglû yê ku demek dirêj bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê li girtîgeha Sirbîstanê hate ragirtin, li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji aliyê Interpolê ve careke din hate girtin. Li bajarê Koln ê Elmanyayê girtina wî hate protestokirin. -
Biryarên darvekirinê yên Îranê li Bernê hate protesto kirin
Biryarên darvekirinê yên Îranê li ser aktivîstên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî li Bernê hate protestokirin. -
Şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk li gel delîlan tên darizandin
Roja yekem a Dadgeha Gel a Rojava bi dawî bû ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên şer tê darizanindin. Delîlên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ji dadger re hatin pêşkêşkirin û dadgeh wê sibehî dewam bike. -
Meşa dirêj li bajarê Creilê ye: Tevlî mîtînga Strasbourgê bibin
Meşa dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo di roja xwe ya 16'emîn de li bajarê Creilê ya Fransayê didome. Di meşê de bangawaziya mîtînga Strasbourgê ya 15'ê Sibatê hate kirin. -
Çalakvanên Cenevreyê banga tevlîbûna meşa Strasbourgê kirin
Di çalakiya li pêşiya NY’yê de ji fedayiyên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin Viyan Soran hat bibîranîn û banga tevlîbûna meşa ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin hat kirin. -
Meşa Dirêj a li Fransayê bi danûstandinên dîplomatîk dewam dike
Meşa Dirêj a 26 rojan ku bi daxwaza azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka Kurd re 21'ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, di roja 16'emîn de li bajarê Creilê bi danûstandinên dîplomatîk dewam kir. -
Dadgeha Gelan a Rojava: Dixwazin Kurdîtiyê ji Efrînê bibin
Li Dadgeha Gelan a Rojava ku têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir, sûcên li Til Rifet û Efrînê hatin nirxandin. -
Şandeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Zurîchê ye
Şandeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo çend serlêdanan li bajarê Swîsreyê Zurîchê ye.