Li Marsîlyayê Komkujiya Elewiyan hat şermezarkirin

Li Marsîlyayê ji bo şermezarkirina Komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de hat diyarkirin ku kesên di bin zilmê de ne neçarin hevgirtin û têkoşîna hevpar bimeşînin.

Li Marsîlyayê ji bo şermezarkirina Komkujiya Elewiyên Sûriyeyê yên ji aliyê hêzên girêdayî rêveberiya Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) hat kirin, mitîng hat lidarxistin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê piştgirî da mîtînga ku bi pêşengiya Navenda Çanda Elewiyan a Marsîlyayê hat lidarxistin.

Endamê Tevgera Elewî yên Fransayê Alî Riza Akyol di mitîngê de axivî û got, “Ji bo em li dijî van barbaran rawestin, divê em bên ba hev û bi xurtî li hemberî komkujiyan têbikoşin.”

Nûnera Navenda Çanda Elewiyan jî anî ziman ku dewleta Tirk çeteyên SMO’yê li Mereşê bi cih dike û bi vî awayî amadekariya komkujiyê dike. Nûner bang li dewletên Ewropayê jî kir û got, “Komkujiyan demildest rawestînin.”

Piştî axaftinan, daxuyaniya Komîsyona Têkiliyên Giştî ya Tevgera Elewiyan a Fransayê hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya hevgirtina civakî û têkoşîna hevpar.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zîhniyeta qirker a mîna HTŞ û pêkhateyên radîkal ne tenê li Sûriyeyê, di dîrokên cuda de li Mereş, Çorûm, Dersim, Roboskî û Helebceyê hate dîtin û wiha domand: "Em ê ti carî rê nedin vê feraseta tarî û li hemberî zilmê bêdeng nemînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên di bin zilmê de ne neçarin hevgirtin û têkoşîna hevpar bimeşînin.