ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12’emîn a PKK’ê wê werin şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku tecrîdkirina Rêber Apo bandorê li rêveçûna pêvajoyê dike, lawaz dike û got, divê dewlet tavilê pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne.
Parêzer Mûrat Aba diyar kir ku biryara DMME’yê ya têkildarî Rêber Apo ji aliyê Tirkiyeyê ve bi cih nehatiye anîn û got, “Gava ku têkildarî mafê hêviyê bê avêtin wê pêvajoya çareseriyê xurt bike. Naskirina mafê hêviyê wê ji bo aştiya civakî bibe gaveke girîng.”
Gerîlayên YJA Starê di salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan (Zeynep Kinaci) de axivîn û gotin, wê xeta Zîlan her tim ji xwe re bikin esas.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Ava gemarî ya madena li Gexî diherike nava Çemê Perî. Gundî diyar dikin ku madenê jiyan li wan herimandiye û dibêjin, “Hem heywanên me hem jî bexçeyên me zerarê dibînin. Madenan bêhn li me çikandine.”