Swîsre ji bo ‘Newroza Rêbertî’ amade ye
Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê tê pîrozkirin. Li Swîsreyê jî ku wê li qadên vekirî pîrozbahî bên lidarxistin, amadekarî qediyan.
Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê tê pîrozkirin. Li Swîsreyê jî ku wê li qadên vekirî pîrozbahî bên lidarxistin, amadekarî qediyan.
Têkildarî amadekariyên ji bo Newrozê, em bi Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsre Dîlan Çetînkaya û berdevka demê ya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer re axivîn.
Dîlan Çetînkaya diyar kir ku îsal ji gelek aliyan ve Newroza li Swîsre xwedî hîsên cuda ye û got, “Li Swîsreyê em ê di 22’yê Adarê de li bajarê Zurîhê Newrozê pîroz bikin. Weke qad em ê îsal cara ewilî li Swîsreyê di hewaya vekirî de Newrozê pîroz bikin. Newroza 2024’an wê ji bo me bibe Newroza ‘silavkirina Rêbertî, avakirina civaka demokratîk’. Bi vê şîarê em amadekariyên xwe yên ji bo Newrozê didomînin.”
Dîlan Çetînkaya ev tişt jî got: “Li Swîsreyê bi salan Newroz li salonê dihat pîrozkirin. Lê belê Newroza Swîsre îsal cara ewilî wê li qada vekirî bê pîrozkirin.”
Dîlan Çetînkaya destnîşan kir ku wê ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûn çêbibe û wiha got, “Em jinan, gelê xwe yê her çar parçeyên Kurdistanê, şoreşgerên Tirkiyeyî û derdorên sosyalîst û dostên gelê Kurd vedixwînin Newroza 2025’an ku em ê 22’yê Adarê li Zurich Hardturm Areal’ê bi şîara ‘azadkirina Rêber Apo, xwe jinûve rêxistinkirinê’ pîroz bikin. Qada Newrozê ya li Zurich’ê hem nêzî stasyona trenê ye, hem jî nêzî saziya tramvayê ye.”
Berdevka demê ya YJK-S’ê Selma Surer jî got, “Newroza îsal li gorî salên din, ferqa wê ya girîng peyama Rêbertî ye.”
Selma Surer ev tişt anî ziman: “Peyama Rêbertî bi her kesê re coşek çêkir. Amadekariyên me yên ji bo Newrozê, di her warî de hatine plankirin. Ji bo Newrozeke bi coş, çi pêwîst be wê were kirin.”
Selma Surer diyar kir ku bi otobusên ji bo her qadê hatine girtin, ew ê gel veguhezin qada Newrozê û ev tişt ragihand: “Em bang li gelê xwe dikin. Werin em bi hev re agirê Newrozê vêxin. Her kesê ku were qada Newrozê, divê cil û bergên neteweyî wergire û bi rengên Kurdistanî were.”
Di pîrozbahiya Newrozê ya 22’yê Adarê wê li Zurih’ê bê lidarxistin de, Ferhat Tunç, Hozan Kawa, Xecê, Azad Karahan, Tolhildan, Koma Rojhilat, Gowend û koma Davul-Zurna wê derkevin ser dikê.
Plansaziya Newroza Swîsre:
20 Adar
Aarau: Saet 17.00 -Maienzugplatz
Basel: Saet 18.00 - Keserne
*
21 Adar
Lozan: Saet 18.00- Flon
Rapperswil: Saet 17.00- Söchbodenstrasse
St.Gallen: Saet 17.00- St.Leonhardpark
Winterthur: Saet 17.00- Neumarktplatz
Luzern: Saet 17.00- Pregassona
Chur: Saet 17.00- Chur Bagnhof
Biel: Saet 18.00
*
22 Adar
Li Zurich’te şahiya navendî: Saet 12.00- Hardtrum Areal
*
29 Adar
Lugano: Saet 14.00- Kurplatz