BI DÎMEN

Şehîdên Helebceyê li Kopenhagenê hatin bîranîn

Ji bo 5 hezar Kurdên li Helebceyê di 16'ê Adara 1988'an de bi êrîşên gazên kîmyewî yên rejîma Saddam Huseyîn hatin qetilkirin, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranînê di şexsê şehîdên Helebceyê de bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştre axaftin hate kirin û li ser Komkujiya Helebceyê agahî hatin dayin. Di axaftinan de hate gotin, "Ji bo komkujiyên bi vî rengî careke din bi serê gelê Kurd de neyên, divê Kurd nakokiyên nava xwe bidin aliyekî û yekîtiya xwe ava bikin."

Di çalakiyê de qala Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî hate kirin û hate gotin, "Gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Kurdistanê divê vê pêvajoyê baş fêhm bikin û piştgiriyê bidin pêvajoyê."

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîdên Helebceyê namirin", "Şehîd rûmeta me ne", "Bimire faşîzm û dîktatorî", "Bijî gerîla", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.