Fermandar Çiyager û qurbaniyên komkujiyên Adarê hatin bibîranîn
Li paytexta Îngilîstan Londonê qurbaniyên komkujiyên Gazî, Helebce û Qamişlo û fermandarê efsanewî Cîhat Turkan (Çiyager Hêvî) bi awayek girseyî hatin bibîranîn.
Li paytexta Îngilîstan Londonê qurbaniyên komkujiyên Gazî, Helebce û Qamişlo û fermandarê efsanewî Cîhat Turkan (Çiyager Hêvî) bi awayek girseyî hatin bibîranîn.
Ji aliyê Komîsyona Meclîsa Malbatên Şehîdan a Gelê Kurd ve komkujiyên Gazî (12’ê Adarê 1995), Qamişlo û Helebce (16’ê Adarê 1988) û fermandarê efsanewî ya Sûrê Cihat Turkan (Çiyager Hêvî) bi çalakiyekê hate bibîr anîn. Çalakiya ku li avahiya KCC’ê hate kirin de domdarî dirûşmeyên “şehîd namirin!” hate berzkirin.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Komisyona Malbatên Şehîdan Hakan Nemir axivî. Nemir komkujiyên ku çêdibin carekê din şermazer kir û anî ziman ku ew ê hesabê van komkujiyan bipirsin.
Nemir anî ziman ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi polîtîkayên komkujî û qirkirinê nikare were çewisandin û wiha axivî: “Hemû mirovahî li hemberî van komkujiyên dermirovî di pêşengiya fermandar Çiyageran de çanda azad, wekhevî û berxwedanê mezin kiriye û bersiva vê pergalê daye.”
BERXWEDANA ‘BÊHEMPA’ DIDOME
Hamza Amed ê kul i ser navê Meclîsa Gelê Kurd axivî jî got, “wê paradigma, têkoşîn û berxwedana Rêber Apo dawî li modernîteya Kapîtalîst bîne. Vayê kevneşopiya têkoşîna 50 salî û kevneşopiya ku afirandiye nişaneya vê ya herî mezin e.”
Amed anî ziman ku li hemberî van komkujiyan berxwedana Kurdan a ‘bêhempa’ didome û wiha pê de çû: “Şehîd Çiyager wek fermandarê destan û berxwedanekî li dîroka Kurdistanê cihê xwe girt. Gotina wî ya, ‘dawî çi dibe bila bibe, wê bêhempa bibe’ tenê ji bo berxwedana Sûrê nehat gotin. Em ê riya ku ew ser navê modernîteya demokratîk xêzkir, bi serketinê tacîdar bikin.”
Piştî axaftinan sînevîzyonekî li ser komkujiyên Gazî, Helepçe û Qamişlo û ser Fermandar Çîyager hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşmeya, ‘şehîd namirin!’ bi dawî bû.