BI DÎMEN

Li Grazê civîna gel

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê li serr Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo civîneke gel hate lidarxistin.

Çalakî ji ber salvegera 37'an a komkujiya Helebceyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Siyasetmedar Hozan Botan tevlî bîranînê bû û qurbaniyên komkujiyên Helebce, Qamişlo û Gaziyê bi bîr anî.

Botan banga Rêber Apo ya ku di sala 52'an a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir weke gavek li dijî qirkirinê pênase kir û diyar kir ku ev gav nû ye û pêngaveke nû ye.

Botan ragihand ku bi bangê re têkoşîn derbasî qonaxeke nû bû û destnîşan kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê dikarin bêne çareserkirin.

Civîn bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.