CÎK: Komkujiya li Kobanê sûcê şer e, sabotaja li dijî hêviya aştiyê ye

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) komkujiya li Kobanê şermezar kir û got, "Êrîşên bi vî rengî ji bo şikandina baweriya gelan a bi aştiyê û sabotekirina pêvajoya çareseriyê têne kirin."

CÎK'ê daxuyaniyek weşand û got, "Di demekê de ku gelê Kurd banga çareserî û diyalogê bilind dike, êrîşa bi SÎHA ya li ser gundê Berxbotanê yê Kobanê hem hovîtiyek li dijî mirovahiyê ye, hem jî sabotejeke eşkere ya li dijî aştiyê ye."

CÎK'ê ragihand ku ev komkujî 'sûcê şer e' û 'sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê ye' û got, "Tesadufî nîne, hewldaneke bi zanebûn û çavtirsandine. Êrîşên bi vî rengî ji bo şikandina baweriya gelan a bi aştiyê û sabotekirina pêvajoya çareseriyê têne kirin."

CÎK'ê got, "Em vê êrîşê bi rengê herî tund lanet dikin, dibêjin bila rehma Xwedê li qurbaniyan be û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku li ber vê zilmê rabin, ji bo edalet û aştiyê di nava yekîtiyê de têbikoşin."