EWROPA
Hemû Nûçe
-
Şehîdên azadiya Kurdistanê li Parîsê hatin bibîranîn
Li banliyoya Evry a Parîsê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de bal kişandin ser têkoşîna şehîdan û got, “Şehîdên me rêberê têkoşîn û jiyana me ne.” -
Şehîd Şerzad Qamişlo li Osnabruckê hat bibîranîn
Şerzad Qamişlo ê ku li Minbicê şehîd bû, li Osnabruckê hat bibîranîn. Di bîranînê de bal kişandin ser wateya şehîdan a ji bo welat. -
FCDK-KAWA: Em ê li Strasbourgê li benda gel û dostên xwe bin
Hevserokê FCDK-KAWA Mehmet Çopan diyar kir ku wan çend meh berê bi meşa li Kolnê deriyê İmraliyê vekir û got, “Di meşa 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê em ê Rêber Apo azad bikin” û her kesî vexwend meşa Strasbourgê. -
Çalakiya Meşa Dirêj a li Fransayê di roja 13’an de ye
Çalakiya Meşa Dirêj a bi armanca azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo 26 rojan hate destpêkirin, di roja 13’an de li Drancyê bi coş dewam kir. -
Êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin û berxwedana Tişrînê hate silavkirin
Li bajarên Dusseldorf û Pforzheim ên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin û berxwedana Tişrînê hate silavkirin. -
Çalakvanên Meşa Dirêj ji bo Strasbourgê bang kir
Çalakvanên Meşa Dirêj ji bo Strasbourgê bang kir û berxwedana Tişrînê silav kir. -
Meşa Dirêj kete roja 11’an: Pergala tecrîda Îmraliyê hate teşhîrkirin
Çalakvanên Meşa Dirêj li Qada Bastille ya Parîsê bi 26 hucreyên sembolîk pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya 26 salan a Îmraliyê teşhîr kirin û peyama ‘’Werin em bi hev re dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’’ dan. -
KCDK-E û TJK-E’yê ji bo Strasbourgê bang kir: Wê hevdîtinekî dîrokî pêk were
KCDK-E û TJK-E’yê bi wesîleya Komploya 15’ê Sibatê bang li gelan kir ku li Strasbourgê bicivin û destnîşan kirin ku wê hevdîtineke xwedî girîngiya dîrokî pêk were. -
Êrîşên li ser rojnamevanên Kurd li ber Rai TV’yê hate protestokirin
Ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanên Kurd, li bajarê Torino yê Îtalyayê çalakî hate lidarxistin. -
Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
‘Platforma Gelan a Ewropayê’ wê 14-16’ê Sibatê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi şîara ‘Em Înîsiyatîfê paşde bigirin’ were ba hev. -
Parlamentera SPO'yê: Dawî li êrîşên li ser Tişrînê bînin
Parlamentera ji Partiya Sosyalîst a Awûstûryayê (SPO) Petra Bayr diyar kir ku bi bombekirina Bendava Tişrînê re pîvanên mirovî hatine binpêkirin û got, divê dawî li vê yekê bê anîn. -
Çalakvanên Meşa Dirêj serdana goran kirin
Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 10’an de li bajarê Parîsê berdewam dike. Çalakvanan piştî ku qurnefîl danîn pêşiya Buroya Enformasyonê, serdana gorên Dr. Qasimlo, Mûstafa Nazîf Aktaş, Ahmet Kaya û Yilmaz Guney kirin. -
Li pêşiya balyozxaneya Tirk a li Berlînê mîtîng hate lidarxistin
Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Roijhilatê Sûriyeyê û bi taybet li dijî Bendava Tişrînê li pêşiya balyozxaneya Tirk mîtîng hate lidarxistin. -
Parêzer Raziye Ozturk bi PA û CPT’yê re hevdîtin pêk anî
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk CPT jî di nav de bi parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, burokratên payebilind û hin komên cuda yên konseyê re hevdîtin pêk anî û xwest têkildarî tecrîda Îmraliyê pêngav werin avêtin. -
Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
Meşa Dirêj a 26 rojan bi daxwaza ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî hatiye destpêkirin, di roja 10’an de li Parîsê berdewam kir. -
Li ber konsolosxaneya Tirk a li Viyanayê çalakiya şermezarkirinê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistaniyan li pêşiya Konsolosxaneya Tirk bi pêşengiya Navenda Civaka KUrd a Demokratîk (DemKurd) çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. -
Êrîşên dagirkeriyê li Londonê hatin protestokirin
Li ber avahiya Konsolxaneya Tirk a Londonê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hat protestokirin. -
Li gelek bajarên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên ku li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a li Elmanyayê li hev civiyan, qetlîam û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. -
Çalakiya Cenevreyê 4 sal li pey xwe hişt: Çalakiya me wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike
Bi boneya salvegera 4’an a çalakiya Cenevre yê Swîsreyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de hate diyarkirin ku çalakî wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike. -
KOMAW’ê qirkirina sivîlan şermezar kir û banga çalakiyê kir
KOMAW’ê bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bikind bikin û ji bo tevlîbûna çalakiya ku dê li Dortmundê were lidarxistin, bang kir. -
Êrîşên li ser Rojava li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Balyozxaneya Tirkiyeyê hat protestokirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan sûcê şer dike.” -
Meşa Dirêj li bajarê Melunê bi biryardarî dewam dike
Kurdistanî û dostên wan jî tevlî Meşa Dirêj a li bajarê Melunê berdewam dike, bûn. -
Ji bo azadiya Rêber Apo, name ji Konseya Ewropa re
Endamên Kampanyaya Peace in Kurdistan a li Îngilistanê, ji bo azadiya Rêber Apo ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) Xavier Bettel re name nivîsandin. -
Dostê Kurd sosylog û aktîvîst Stephen Bouquin jiyana xwe ji dest da
Dostê Kurd dîroknas û sosylog Stephen Bouquin hefteya derbasbûyî li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da. Di 28'ê Çileyê de bi merasîmekê hate veşartin. -
Ji 21 wekîlên Parlamenta Ewropayê nameya 'Rojava'
Ji Parlamenta Ewropayê 21 wekîlan nameyek ji Alîkar Seroka Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas re şandin û jê xwestin ku Komîsyuona Ewropayê piştgiriyê bide civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.