EWROPA
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Tişrînê li Lahrê hatin bibîranîn
Şehîdên Tişrînê li bajarê Lahr ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Siyasetmedar Mûsa Farisogûllari di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di rastiya gelê Kurd pênaseyeke nû ya welatparêziyê derxistiye holê. -
Berxwedana Tişrînê li Bordeauxê hat silavkirin
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate silavkirin. -
Li Giessenê civîna gel: Heta ku tecrîd berdewam bike aştî ne pêkan e
Li bajarê Giessen ê Elmanyayê civîna gel hate lidarxistin. Hevseroka KCDK-E’ê Zubeyde Zumrut di civînê de axivî û anî ziman ku heta ku tecrîd berdewam bike aştî ne pêkan e. -
Li Barcelonayê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan
Li bajarê Barselona yê Katalonyayê bi hezaran kes 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin û piştgirî dan berxwedana Tişrînê. -
Meşa Dirêj di roja 6’an de li Mantes-la-Jolie dewam dike
Meşa Dirêj a di çarçoveya “Pêngava ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, di roja 6’emîn de gihişt Mantes-la-Jolie. -
Konferansa piştevaniya bi Rojava re di roja 2’yemîn de didome
Konferansa ku enternasyonalîstên Elman bi dirûşma "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Vîzyon û Perspektîfa Demokratîk" lidar dixin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. -
Heyva Sor a Kurdistanê konferansa xwe lidar xist
Heyva Sor a Kurdistanê konferansa xwe ya salane li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê lidar xist. -
Şehîdên Tişrînê li Gavle'yê hatin bîranîn
Di çalakiya bîranîna şehîdên Tişrînê de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî û anî ziman ku Kurdîtiya li ser lingê xwe disekine û li ber xwe dide ji bo Rojhilata Navîn bûye mînak û hêvî. -
Nazim Yuce li Londonê bi girseyî hate bîranîn
Nazim Yuce (Egîd) ku ji Londonê heta bi çiyayên Kurdistanê bi hezkirina xwe ya ji welêt, wêrekî û welatparêziya xwe dihate naskirin û 25'ê Çileya 1998'an şehîd bû, li Londonê bi girseyî hate bîranîn. -
Konferansa Jinûveavakirinê ji berxwedêrên Tişrînê re hate dîyarîkirin
‘’Konferansa Jinûveavakirinê’’ ya ji aliyê YJK-E’yê ve hatî lidarxistin, ji berxwedêrên Bendava Tişrînê re hate diyarîkirin û înîsiyatîfê têkildarî jinûvenirxandin û birêxistina meclîs, komûn û xebatan biryarên nû girtin. -
Gelê Kurd û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan
Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan û xwestin desthilata Tirk û alîgirên wê ji ber sûcên dijmirovî bên darizandin. -
Meşa Dirêj di roja 5’an de li Rouenê ye: Divê her kes hêz bide pêngavê
Meşa Dirêj di roja 5’an de li Rouenê ye dewam kir. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz beşdarî meşê bû û diyar kir ku divê her kes piştgirî bide pêngava azadiyê. -
Jinan li Stockholm û Marsîlyayê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Li bajarên Stockholm û Marsîlyayê bi pêşengiya jinan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin. -
Li Kielê 2 çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kurdan kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî çalakiya bi wesîleya 10'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hat lidarxsitin kirin. Di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’Ê de Muhammet Îlhan Aslan bi kêrê birîndar bû. -
Li Londonê şeva piştgiriya bi Can TV’yê re hate lidarxistin
Li cemxaneya Londonê ji bo piştgiriya bi Can TV’yê re çalakî hate lidarxistin. -
Konferansa piştevaniya bi Rojava re
Enternasyonalîst li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava, li bajarê Heidelberg ê Elmanyayê di konferansa piştevaniyê de hatin ba hev. -
Li Barcelonayê ji bo Kobanê û Tişrînê semîner
Li Barcelonayê di çarçoveya kampanyaya parastina Kobanê û Tişrînê de, roja 23’yê Çilêyê bi tevlîbûna 40 kesan semînerek hat lidarxistin. -
Berxwedana Tişrînê li Grazê hate silavkirin
Di şexsê şanogerê Kurd Bavê Teyar de 21 şehîdên Tişrînê hatin bibîranîn û gelê ku bi ruhê Kobanê li ber xwe dide, hate silavkirin. -
Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin li Viyanê hatin bibîranîn
Kurdistaniyên li Viyanayê sivîlên ku li Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi bîr anîn. -
Di roja 4'emîn a Meşa Dirêj de li Rennesê civîna gel hate lidarxistin
Di roja 4’emîn a Meşa Dirêj de li bajarê Rennes ê Fransayê civîna gel hate lidarxistin. -
Êrîşên li ser Tişrînê li Atinayê hatin protestokirin
Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atinayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê protesto kir. -
Meşa Dirêj li Nantesê dewam kir
Di roja 3’emîn a Meşa Dirêj de ku di 21’ê Çileyê de li bajarê Lorient ê Fransayê destpê kir, li bajarê Nantes ê Fransayê dewam kir. -
Roja 3’yemîn a Meşa Dirêj: Li Nantesê hevdîtinên dîplomatîk pêk hatin
Di roja 3’yemîn a Meşa Dirêj de ku di çarçoveya “Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” li Fransayê hate destpêkirin, li bajarê Nantesê hevdîtinên dîplomatîk pêk hatin. -
Servîsên Îstîxbaratên Ewropî: Dibe ku Rûsya di nava 3 an jî 5 salan de êrîş bike!
Servîsên Îstîxbaratê yên Yekîtiya Ewropayê hişyar dike ku dibe ku Rûsya di navbera 3 an jî 5 salan de amadehiya leşkerî ya Ewropayê biceribîne. -
Fransa: Bala me li ser DAÎŞ-Xorasanê ye
Seroka Daîreya Giştî ya Ewlekariya Hundir a Fransayê (DGSI, îstîxbarata navxweyî) Celîne Berthon da xuyakirin ku şaxa DAÎŞ'ê ya li Xorasanê (DAÎŞ-H) ji bo Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Hundir hedefa sereke ye.