Çalakiyên li dijî Komkujiya Elewiyan didomin
Li Berlîn û Parîsê ji bo balê bikşînin ser qirkirina Elewiyên li Sûriyeyê û ji bo raya giştî ya navneteweyî were seferberkirin, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Li Berlîn û Parîsê ji bo balê bikşînin ser qirkirina Elewiyên li Sûriyeyê û ji bo raya giştî ya navneteweyî were seferberkirin, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Li paytexta Elmanya Berlînê û li paytexta Fransa Parîsê bi boneya balê bikişînin ser qirkirina Elewiyên li Sûriyeyê û ji bo raya giştî ya navneteweyî were seferberkirin mîtîng hatin lidarxistin.
BERLÎN
Mîtînga li Berlînê ji aliyê gelek saziyên Elewî û girseyî yên demokratîk ên wekî Cemexane, BDAJ, BDAS, Federasyona Komeleyên Dersimê yên Ewropayê, Komeleya Çanda Dersimê ya Berlînê, Komeleya Çepniyan a Dîlokê ya Berlînê, Navenda Perwerde û Çandê ya Komeleya Çorûmê, Komeleya Bahadiniyan, Komeleya Al-Dersim Spor a Berlînê, Komeleya Piştevanî û Hevgirtinê ya Gundê Akdagê, Komeleya Hevgirtin û Çandê ya Omcaliyê, Komeleya Kuçukotlûkbelî ya Erzînganê, Institutë Ziwan û Kulturë Kirmanci (Zaza) ÎKK, HUV û Koma Şanoyê ya Aşnan, Nav Berlîn, Mala Kurda, DIDF, Yeşîlev, Yekîtiya CHP'ê ya Berlînê û Partiya Karkerên Tirk piştgirî dan mîtîngê.
Mîtînga ku li Qada Oranienplatzê hat lidarxistin, bi gulbangê ya Pîrê Elewiyan Mûsa Gul dest pê kir. Bi hezaran kesên ku bi dirûşma “Qirkirina Elewiyan a li Sûriyeyê rawestînin!” li hev civiyan.
Serokê Cemxaneya Berlînê Dr. Yuksel Ozdemîr di mîtîngê de axivî û bal kişand ser trajediya mirovî ya li Sûriyeyê diqewime. Dr. Ozdemîr diyar kir ku hêviyên azadiyê bi wêrankirinê re ji holê hat rakirin û wiha axivî: “Beriya çend mehan li Sûriyeyê hêviyên azadiyê çêbû. Sedema ku em îro li vir in, êşa me ya hevpar a ji bo trajediyên rû dane ye. Me hemûyan dîmenên hovane temaşe kir; me hezkiriyên xwe ji dest dan an jî çarenûsa wan nizanin. Li Sûriyeyê Xirîstiyan, Kurd, Elewî û hemû civakên din vê zilmê dibînin. Zilm û zordarî naqede; berevajî vê, zalimên nû derdikevin holê.”
Komeleya Elewiyên Ereb jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Sûriyeyê li dijî Elewî, Durzî û Xirîstiyanan qirkirineke sîstematîk tê kirin û wiha hat gotin: “Rêxistina terorîst HTŞ bi fermana serokê xwe Mihemed El Colanî bi hezaran kes qetil kirin, gund wêran kirin û cihên pîroz wêran kirin. Çapemeniya rojava her çendî hewl dide vê çewisandinê weke 'pevçûn' nîşan bide jî, ev qirkirineke plankirî ye. Divê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û welatên cîhanê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Divê demildest piştgiriya aborî, leşkerî û siyasî ji HTŞ’ê qut bikin û herêmên ku zirar dîtine bên parastin."
Parlamenterê Federal ê Die Linke Ferhat Koçak jî ev tişt anî ziman: “Piştî rûxandina rejîma Esad, siyasetmedarên Elman xwestin Sûriyeya ewle îlan bikin û penaberan paşde bişînin, lê ev dereweke mezin e. Niha hat dîtin ku Sûriye ne ewle ye. Di nava çend rojan de, leşkerên bi navê hikûmeta demkî ku ji cîhadîstên berê yên DAÎŞ û El-Qaîdeyê pêk tên, bi hezaran kes ku piraniya wan Elewî bûn, qetil kirin. Beriya komkujiyan dîmenên li dijî Elewiyan hatin weşandin. Ev zîhniyet berdewamiya komkujiyên Mereş û Sêwasê ne.”
Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz jî destnîşan kir ku ji Kerbelayê heta niha komkujiyên li dijî Elewiyan didomin û wiha got: “Ji Kerbelayê heta Koçgiriyê, ji Sêwasê heta Mereşê, ji Çorûmê heta Amedê, Nisêbînê heta Geverê hemû komkujiyên ku hatin kirin, berdewamiya zilm û zordariya xeta Muawiye ye. Berî her tiştî ez durûtî û bêdengiya Ewropayayê ya li hemberî van komkujiyan şermezar dikim."
Mîtîng bi axaftinên siyasetmedar û nûnerên saziyan Kadîr Şahîn, Cem Ozdemîr, Hakan Demîr, BDAS/BDAJ, Îman Kaloglû, Ozgur Ozmen, Kemal Karabûlût, Kama Aslan û Îsmaîl Erol bi dawî bû.
PARÎS
Li Parîsê komkujiyên çeteyên HTŞ'ê yên li Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Girseya gel li qada Nationê kom bûn û xwestin komkujiyên li dijî Elewiyan bên rawestandin.
Girseya ku li ser banga ACTIT, FUAF, FEDA, Arnouville AKM, PAKMERKEZ, ADHK, Bîrkar, ODAK, Varenne AKM, DÎDÎF, Oncu Partîzan, PDD û CHP'ê, bi dirûşma "Dawî li komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê bînin" hatin ba hev. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo Elewiyên li Sûriyeyê hatin qetilkirin dest pê kir. Di mîtîngê de daxuyaniya hevpar a bi zimanên Fransî û Tirkî hatin xwendin. Endamên Meclîsa Şaredariya Parîsê jî beşdarî mîtîngê bûn û komkujiyên li Sûriyeyê şermezar kirin.
Di mîtîngê de hat gotin ku bi komkujiyên li dijî Elewiyan hewl didin qirkirinê pêk bînin û hat diyarkirin ku divê Elewî xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe ya cewherî pêk bînin.
Beşdaran bi berzkirina dirûşman û hilgirtina dowîzan komkujiyên li dijî Elewiyan şermezar kirin.