Komkujiya Berxbotanê li Ewropayê hate protestokirin
Li gelek navendên Ewropayê Kurd û dostên wan daketin qadan û komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Berxbotan ê Kobanê pêk anî, protesto kirin.
Li gelek navendên Ewropayê Kurd û dostên wan daketin qadan û komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Berxbotan ê Kobanê pêk anî, protesto kirin.
Piştî ku dewleta Tirk şeva 17’ê Adarê bi SÎHA û çekên giran li Gundê Berxbotan ê Kobanê ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes qetil kirin, li gelek navendên Ewropayê Kurd û dostên wan daketin qadan.
HAMBURG
Girseya ku li pêşiya Sternschanze Bahnhof a li bajarê Hamburg ê Elmanyayê kom bû, li hemberî komkujiya berbehs dengê xwe bilind kir. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên weke “Kobanê neket û nakeve jî”, “Kurdistam dê ji faşîzmê re bibe gor” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Piştre daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn aşitî û aramiyê dixwaze lê belê dewleta Tirk roj bi roj êrîşên xwe zêdetir dike.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em li hemberî vê komkujiyê gelekî bi hêrs in. Weke gelê Kurd em parastina aşitiyê dikin lê belê dewleta Tirk di şerî de israrê dike. Ev êrîş, destkeftiyên li Kobanê û hemû Kurdistanê hedef digirin. Bila her kes vê yekê baş bizanibe ku Rojava, bi xwîna şehîdan hate rizgarkirin û em ê ti caran terka vir nekin. Kobanê bi saya berxwedana Kobanê û gelê me li ser piyan ma û dê heyaheyayê jî li ser piyan bimîne.”
Çalakvanan piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna şehîdên Kobanê deqeyekê rêz girt.
Çalakî, bi peyama mezinkirina têkoşîna li hemberî êrîşan bi dawî bû.
LOZAN
Kurdistaniyên li bajarê Lozan ê Swîsreyê, bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê û Meclîsa Jinan a Lajîn bersiv da banga KCDK-E’yê ya çalakiya lezgîn li Qada St Laurentê hatin ba hev û dewleta Tirk protesto kirin.
Ji bo bîranîna malbata li Gundê Berxbotanê hate qetilkirin, deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê Mûsa Îtah axaftinek kir.
Îtah diyar kir ku gelê Kurd ji serdema Dehakan heya niha bi dehan komkujiyan re rû bi rû mane û got: “Îro li hemberî daxwazên gelê Kurd, gel û baweriyên li herêmê ên pêkvejiyanê û jiyana azad û demokratîk, êrîşek hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de malbateke me hate qetilkirin.”
Îtah anî ziman ku ev êrîş dewama êrîşên rejîma BAAS’ê ne ku 37 salan beriya niha bi çekên kîmyewî komkujiyek pêk anî û ev tişt got: “Çawa dîktator û Dehaqên ku ji holê rabûn, dê dawiya dîktatorên îroyîn jî wisa be.”
Alikarê Serokê Şaredariya Lozanê David Payot jî komkujî şermezar kir û got: “Ev êrîşa li dijî gelê Kurd ku aligirê wekhevî, aşitî û demokrasiyê ye, bi ti awayî nayên qebûlkirin. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe aşitî û demokarsiyê ya li Rojhilata Navîn ji gelan re bûye hêvî. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a aşitî û demokrasiyê.”
Piştî axaftinan daxuyaniya ya bi Fransî hate xwendin û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
CENEVRE
Li bajarê Cevere yê Swîsreyê jî gel daket qadan. Çalakî li Qada Mont Blancê hate lidarxistin û Yekbûn Guneş li ser navê Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê axivî. Yekbûn Guneş diyar kir êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd berdewam dikin û got: “Em êrîşa dawîn a li gundê Kobanê bi tundî şermezar dikin. Ev komkujî, perçeyekî polîtîkayên bêdengkirin û şikandina îradeyê ne. Lê belê divê were zanîn ku ev êrîş nikarin îradeya azadî û berxwedanê têk bibin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafparêz dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bê deng nemînin û bidin sekinandin. Em li bendê ne ku li hemberî van êrîşên dermirovî û sivîlên li herêmê hedef digirin, bê deng nemînin bi awayekî zelal helwesta xwe nîşan bidin. Em hemû şervan û welatiyên sivîl ên ku di encama êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Çalakî piştî daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê dijîn, ji bo protestokirina komkujiya ku dewleta Tirk a li gundê Kobanê pêk anî, daketin qadan.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji aliyekî ve qala aşitiyê dike û ji aliyekî ve jî li hemberî gelê Kurd êrîşên xwe yên komkujiyê berdewam dike. Di axaftinan de hate gotin ku ev komkujî tê wateya têkbirina pêvajoya heyî.
Çalakvanan bang li saziyên neteweyî navneteweyî kir ku li hemberî sûcên şer û li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk bê deng nemînin û wan bidin sekinandin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
FRANKFURT
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê jî bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku di encama êrîşê de ji heman malbatê 9 kes hatine qetilkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku bê deng nemîne.
Tevahiya çalakiyê li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd peyamên piştevanî û yekîtiyê hatin dayîn.