BI DÎMEN

Şehîdên Helebceyê li Luzernê hatin bibîranîn

Li Luzernê bi boneya salvegera 37'an ya Komkujiya Helebceyê bîranîn hat lidarxistin.

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê bi boneya salvegera 37’an ya Komkujiya Helebceyê bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê Dayika Aştiyê Sakîne Arat ya di 13’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da jî hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya KOMAW û Meclîsa Gelê Kurd a Luzernê ve hat lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê KOMAW’ê Îbrahîm Uzun ve axaftinek hat kirin. Uzun, ewilî Dayika Aştiyê Sakîn Arat bi bîr anî û got: “Saddam Huseyîn xwest bi vê komkujiyê gelê Kurd tine bike. Di encama vê komkujiyê de bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin. Gelê Kurd bi dehan caran rastî êrîşên qirkirinê û xiyanetê hatin. Lê li gel vê yekê jî ji dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedan. Wê ti tes nikaribe gelê Kurd ji holê rake."

Di bîranînê de Hevserokê CDK-Lu Ercan Guneş jî axivî û wiha got: “Me ti carê komkujî û zilma li ser gelê Kurd jibîrnekiriye û em nadin jibîrkirin. Ne tenê Helebce, Roboskî, Qamişlo, Amed, Sûr û Nisêbînê li çar aliyên Kurdistanê li dijî Kurdan komkujî pêk hatin. Zihniyeta kesên komkujî kirin jî weke hev bû. Lê ti carê nekarîn Kurdan ji holê rakin. Me li hemberî ti kesê serî netewand. Timî me li dijî zilmê li ber xwe da û têkoşîn bilind kir."

Piştî axaftinan belgefîlma li ser Helebceyê hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin" bi dawî bû.