Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo ji 25’ê Çileya 2021’ê ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, di hefteya 232’an de ye.
Çalakiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (DKTM) hate lidarxistin, ji bo bîranîna Bîşeng Brûsk (Rojda Bîlen) û Leşker Cûdî (Metîn Tetîk) ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de di dîrokên cuda de şehîd bûn, bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Piştre li ser navê DKTM’ê Naîle Bûdak mafê axaftinê girt û yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û 33 rewşenbîrên ku di Otela Madimakê de hatin qetilkirin bi bîr anî.
Daxuyaniya Komîteya Çalakiyê ji aliyê Veysel Kuşkanadi ve hate xwendin. Kuşkanadi îşaret bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo kir û bal kişand ser îradeya aştiya mayînde û çareseriya demokratîk a di navbera gelê Kurd û Rojhilata Navîn de.
Kuşkanadi diyar kir ku hikumeta AKP’ê bangên diyalogê hîna jî ji nedîtî ve tê û banga hevdîtina rasterast û destpêkirina pêvajoya diyalogê kir.
Kuşkanadi diyar kir ku divê girtiyên siyasî bi taybet jî girtiyên nexweş werin berdan, dawî li tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo were anîn û azadiya wî were pêkanîn. Kuşkanadi bang li gelê Tirk jî kir ku li hemberî vê rewşa bêdengiyê daxwaza aştiyê bilin bikin û jiyana demokratîk biparêzin. Kuşkanadi herî dawî diyar kir ku gelê Kurd ji bo aştiyê amade ye û çareseriya demokratîk berjewendiya hevpar e.
Çalakiya rûniştinê piştî daxuyaniyê heta saet 17:00’an dewam kir.