Li Parîsê civîna gel: Civaka demokratîk tê wateya avakirinê
Axaftnan diyar kirin ku civaka demokratîk tê wateya avakirinê û anîn ziman ku li her devera civaka Kurd lê ye wê avakirin pêk were.
Axaftnan diyar kirin ku civaka demokratîk tê wateya avakirinê û anîn ziman ku li her devera civaka Kurd lê ye wê avakirin pêk were.
Li banliyoya Villiers le Bel a li Parîsê civîneke gel li ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo hate lidarxistin. Civînê bi pêşkêşiya Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat destpê kir. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut, siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle û endama TJK-E'yê Songul Omurcan weke axaftvan tevlî bûn.
Şahîn Polat di destpêka civînê de komkujiyên Helebce, Gazî, Qamişlo û komkujiyên rojên dawî yên li dijî ELewiyên li Lazqiye û Hûmsê şermezar kir û got, "Banga dîrokî ya Rêber Apo li vê cografya ji derya xwînê, rêya jiyaneke bi hev re ya aştiyane pêşkêş dike."
Songul Omurcan jî diyar kir ku gel dînamîkê esasî yê têkoşînê ye, lewma divê vê pêvajoyê baş fêhm bike, têbigihêje û got, "Gava ku Birêz Ocalan avê divê pêk were. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê weke gelê Kurd em fêhm bikin, bi rêxistin bikin."
Songul Omurcan işaret bi girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk kir û got, "Divê em têkoşînê hîn mezin bikin. Hîn bêhtir xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Birêz Ocalan got, 'taxa ku hûn neketine malên wê, taxa we nîne'. Divê em jî bixebitin, giraniyê bidin ser meclîsbûyîn, komunbûyînê. Em hatine asta avabûnê. Civaka demokratîk tê wateya avabûnê."
Hatîp Dîcle jî destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were wê çalakiyên xwe li ser bingeha stratejîk dewam bikin.
Hatîp Dîcle ragihand ku wê bibin pêşengê vê pevajoyê, guherîn û veguherîna destpêkê di kesayetiya xwe de pêk bînin û piştre civakan biguherînin.
Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku wê bi rengê herî xurt tevlî pêvajoya avakirinê bibin û dostên xwe jî tevlî pêvajoyê bikin.
Civîn bi peyamên ji bo xwedîderketina li banga Rêber Apo û pêvajoya avakirina civaka demokratîk bi dawî bû.