BI DÎMEN

Dayika Aştiyê Sakîne Arat li Zurîhê hat bibîranîn

Dayik Aştiyê Sakîne Arat ya di 13’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, li Zurihê bi merasîmekê hat bibîranîn.

Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku ji Darbeya Leşkerî ya 1980 'an û vir ve di nava têkoşînê de ye, di 13’ê Adarê de li Amedê jiyana xwe ji dest da. Dayika Aştiyê Sakîne Arat li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi merasîmekê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (Dem-Kurd) hat lidarxistin. Dayikên Aşitiyê ên li Swîsreyê dijîn, hevrê û hevalên dayika Sakîne ku pê re têkoşiyane tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn ji bo bîranîna Şehîdên Komujiya Helebceyê bi deqîqeyekî rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê KOMAW’ê Mustafa Karahan axivî û diyar kir ku ne pêkan e ku mirov bi Dayika Sakîne re têbikoşe û ji ezîma wê ya têkoşînê bandor nebe û wiha got: “Her kesên ku bi Dayika Sakîne re xebitiye, helbet ji wê hin tişt girtine. Di têkoşîna azadiyê de nirxekî girîng e. Ez li ber ked û têkoşîna Dayikên Aşitiyê bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. Em gelek tişt deyndarê van dayikan in. Em ê têkoşîna Dayika Aştiyê Sakîne bi encam bikin.”

Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Swîreyê (YJK-S) Selma Surer jî diyar kir ku ew Dayika Aştiyê Sakîne ji nêz ve nas dike û wiha got: “Dayikên me bi rastî jî berdêlên pir giran dan. Ew pêşengên têkoşîna jina Kurd in. Em ê têkoşîna wan bi aşitiyê tacîdar bikin.”

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Musa Farisogûllari jî axivî û got: “Dayika Sakîne berdêlên pir giran dan. Heta rojên dawî yên jiyana xwe jî dev ji têkoşînê berneda. Ez soz didim wê ku têkoşîna wê heta dawî bidomînim.”

Yek ji Dayikên Aşitiyê ku bi dayika Sakîne re têkoşiyaye, dayika Dondu (Engîn) jî axivî û wiha got: “Wê êşên pir giran jiyan kir û têkoşînek bêyî hempa raber kir. Me ji bo aştiyê gelek berdêl dan. Bila êdî ti dayik rûndikan nebarîne.”

Di bîranînê de herî dawî xwarziyê Dayika Aştiyê Sakîne Arat, Siyasetmedar Burhan Karakoç axivî. Karakoç dema jiyana xaleta xwe vegot, kêliiyên hestiyar jiya. Beşdarên çalakiyê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” piştgirî dan Karakoç. Karakoç wiha got: “Min jê re qet negot xalet. Ew pêşenga têkoşînê bû. Gelek berdêlên giran da, lê qet dev jê berneda. Erka bingehîn ku dikeve ser me ew e ku têkoşîna wê bidomînin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Dayika Aştiyê Sakîne Arat hat pêşandan. Di pêşandana sînevîsyonê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.